شبكة لالش الاعلامية

Efrîn- ENKS spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dike

Efrîn- ENKS spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dike

BasNews– Encûmena Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji ber hawarhatina Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi ziyandîtiyên erdheja Efrînê re, spasiya Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de, bi navê gelê Kurd li Efrînê bi giştî û bi navê Cindirêsa birîndar bi taybetî, spasiya Serok, kadro û rêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Serokê Herêmê, Serokê Hikûmetê û gelê wê û Serok Mesûd Barzanî kir, ji ber ku bilez bersiva bangewaziya gelê Efrînê dan û bi hawara wan ve çûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serkeftina hewlên bênavber ên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo derbaskirina hemû astengiyan û gihandina karwaneke mezin a alîkariyên bo Cindirêsê, bû sedema geşkirina moralê û kêmkirina hestên xem û êşên gelê Efrînê.”

Piştî erdheja li Efrînê rû daye ku bi sedema hilweşîna bi sedan xanî û avahiyan li bajarokê Cindirêsê û hin gund û navçeyên din ên Efrînê û di encamê de zêdetir ji 700 kesî canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes bê cih û war man, duhî 10ê Sibata 2023an, yekem karwana alîkariyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşt Efrînê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Lalish Duhok

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Lalish Duhok