شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hakimê Res El Xeyme civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hakimê Res El Xeyme civiya

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de ligel Hakimê Mîrnişînê Res El Xeyme civiya

Îro 13.02.2023yê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubayî, ligel Hakimê Mîrnişînê Res El Xeyme Şêx Siûd Bin Seqer El Qasimî civiya.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera herdu aliyan û pêşhatên herî dawî yên Iraqê û navçeyê bi giştî, gotûbêj hat kirin.

Ji aliyê xwe, Hakimê Res El Xeyme diyar kir, ku şanaziyê bi dostaniya ligel Herêma Kurdistanê dike û hêviya xwe anî ziman ku di hemû astan de pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li nirxên hevbeş ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kiriye û dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze sûdê ji ezmûna serkeftî ya Îmaratê di warê avakirinê de werbigre.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hevdîtina xwe ya ligel Hakimê Res El Xeyme ragihand: “Ez xweşhal bûm bi dîtina hevalê xwe Şêx Siûd Bin Seqer El Qasimî di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de.”

Mesrûr Barzanî di twîta xwe de diyar dike: “Ez bi kêfxweşî li bendê me ku bixêrhatinî li Hakimê Res El Xeyme bikim li Herêma Kurdistanê li beramber vê mêvandariya germ ku li Res El Xeyme li me kir.”

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Ti rûmetek di kuştina jinan de nîne

Lalish Duhok

Biden û Kazimî li Erebistanê civiyan

Lalish Duhok

Başîk…Kurdên êzîdî dest bi vegera ser milk û malên xwe kirin

Lalish Duhok