شبكة لالش الاعلامية

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara qurbaniyê erdhejê gihîşt 40 hezar û 642 kesan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara qurbaniyê erdhejê gihîşt 40 hezar û 642 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – AFAD’ê amarên dawî yên qurbaniyên erdhejê aşkere kirin û diyar kir ku di erdhejê de 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.
Serokê AFADê Yûnis Sezer di konferanseke rojnamevî de ragihand, di erdhejên ku navenda wan Mereş bû de, 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dan. Erdhej li 11 parêzgeh û nêzîkî 10 hezar taxan bi bandor bû.
Amaje bi wê jî kir, ji 6ê Sibatê û vir ve zêdetirî 5 hezar û 700 piştlerze rû dane.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di roja 13. a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, çend kesên ku hatine rizgarkirin hebûn. Mixabin hejmara welatiyên canê xwe ji dest dane zêde bûye.”
Serokê AFADê tekez kir ku rêkarên veguhestina ziyandîtiyên ji deverên karesatê bo parêzgehên din berdewam dikin û got: “Heta niha, zêdetirî 430 hezar kes li otêlên giştî û cihên din hatine bicihkirin.”
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber erdhejê li Bakurê Kuristanê û Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gelek ziyanên canî û madî li pişt xwe anîn.
SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zaroka ku Kazimî soz dabû wê: Ez çaverêyî bavê xwe dikim

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Lalish Duhok

Îbrahîm GUÇLU : Hikûmeta Kurdistanê divê siyaseta xwe derbarê PKKê de biguherîne

Lalish Duhok