Duhok – Yekemîn dîdara wêjeyî ya jinan birêve diçe Rojek:March 06, 2023 in: kurdistanî, Nûçe, slideshow Şîroveyekê binivîse 7 مشاهدات Duhok – Yekemîn dîdara wêjeyî ya jinan birêve diçe BasNews – Îro li Duhokê yekem dîdara wêjeyî ya taybet ji bo jinan birêve diçe û li seranserê Herêma Kurdistanê ve, ew jinên ku di warê wêje de kar dikin, têde beşdar dibin. Berdevkê rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û huner li parêzgeha Duhokê Hesen Fetah ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 06.03.2023yê li Duhokê yekem dîdara wêjeyî ya taybet a jinan destpê dike û dê du rojan jî berdewam bike.’’ Herwaha got: ‘’Ev dîdare di çarçoveya bîranîn û boneyên meha Adarê de ji aliyê rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya parêzgeha Duhokê ve hatiye rêxistin kirin û jinên helbestvan û nivîskar li seranserê Herêma Kurdistanê têde beşdar dibin. Behsa rola jin di warê wêje de dê bê kirin, ku di dîroka gelê kurd de jin mil bi milê zilam xebat kiriye. Di warê wêje de jî cîhê destê jinan diyare. Herwaha amaje bii şiyanên jinên serkeftî yên di warê wêje û helbest û nivîs de bê kirin.’’ SA Share on Facebook Post Views: 128 تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî