شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê rewatiya doza kurd bi cîhanê gihand

Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê rewatiya doza kurd bi cîhanê gihand  

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53yemên salvegera peymana 11ê Adarê peyamek belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Îro di bîranîna 53 saliya wê da, bi rêz û hurmet ve rêkeftina 11ê Adara 1970ê şoreşa Îlonê ya bi rêberiya Barzanî yê nemir, digel hikûmeta Iraqê, em bi bîr tînin. Silav û nemirî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û wan mêrxasan dişînîn yên ku di şoreşa mezin ya Îlonê da beşdar bûn.

Rêkeftina 11ê Adarê di wê rewş û hevkêşeya dijwar û tevlîhev ya herêmî û navdewletiya hîngê da, serkeftinek mezin û girîngtirîn belgenameya fermî ya pejirandî bû ku hindek ji mafên gelê Kurdistanê nas kir û rewatiya doza wî bi cîhanê gihand. Ew rêkeftin bû bingeha sereke ya hemû destkeftên paştir yên gelê Kurdistanê her ji serhildanê heta avakirina parlamento, hikûmet û federalîzmê.

Rêkeftina 11ê Adarê çareseriyeke nimûneyî bû ku dikaribû Iraq û gelê wê bi temamî ber bi çarenivîseke geştir ve bibe û bike yek ji welatên herî pêşketî yên navçe û cîhanê. Lê poşmaniya rayedarên Iraqê û hilbijartina mentiqê hêzê li şûna hêza mantiqê, ji şer, êş, paşveman û bihederdana serwet û samanên welêt pêve tiştekî din ji Iraqê ra neanî. Iraq hê jî baca wê şaşiyê dide.

Bi vê helkeftê, ez bang li hemû hêz û aliyên Iraqî û Kurdistanî dikim ku ders û pendê ji vê dîrokê werbigirin û em hemû ji şaşiyên berê sûd bibînin. Werin em dewlemendî û îmkanên maddî û mirovî ji bo pêşxistina welat û bextewariya welatiyan bikar bînin. Werin em bi hev ra ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê, sîstema federalî, serwerî, aştî û aramiya welat kar bikin. Werin em hemû bi hevqebûlkirin, tolerans, pêkvejiyan, biratî û yekrêzî, ji bo avakirina welatekî avedan, jiyaneke xweş û bihêz ji bo paşerojeke baştir bi hev ra kar bikin.

Bi rûmet be bîranîna rêkeftina 11ê Adara 1970ê .

Silav li giyanê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.03.2023

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî cîbicî bike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst li Mihemedê Hacî Mehmûd pîroz kir

Lalish Duhok

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Lalish Duhok