شبكة لالش الاعلامية

Şandekê Bingehê Laliş seredana yeketiya Afretên Kurdistanê û encûmenê bala yê xaniman û geşepêdanê kir

Şandekê Bingehê Laliş seredana yeketiya Afretên Kurdistanê û encûmenê bala yê xaniman û geşepêdanê kir

Tora Laliş:

Îro çarşembûyê 29 adara 2023ê şandekê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi serperştiya berpirsê beşê peywendiyan Fars Kitî û herdû hevalên digel da Diyarîn xan û Pakîza xan endamên desteya bilind, seredana yeketiya Afretên Kurdostanê û encûmenê bala yê xanman û geşepêdanê kir.
Şandê Bingehê Laliş ji layê Dr.viyan Silêman sikrtêra yeketiya Afretên Kurdistanê û Dr.xanzad Ahmed Emîndara Giştî ya encûmenê bala yê xanman û geşepêdanê hatine pêşwazîkirin.
Merem ji seredanê xurtkirina peywendiyan û behskirina kar û çalakyan bi şêwekî giştî û girngiya pêkve karkirinê û encamdana çalakyên hevpişk bû.
‘Herwesa şandê Bingehê Laliş weşanên nû yên Bingehê Laliş pêşkêşî wan kirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Washington Times: Serxwebûna Kurdistanê xwedî pêşeroj e!

Lalish Duhok

Qasim Dirbo : yek ji serkrdên parastina çîyayê şingalê hat xelat kirin li mala Êzidîyan li oldinborg

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Lalish Duhok