شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rawesteka herî mezin a berhemanîna elektrîkê bi wuzeya rojê datîne

Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rawesteka herî mezin a berhemanîna elektrîkê bi wuzeya rojê datîne

Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Rawestek dibe rawesteka herî mezin a berhemanîna bi wuzeya rojê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê.’’

Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema temenê xwe de gelek pêngavên mezin ji bo parastina jînge û kêmkirina bandorên xirab ên wuzeya bi şewatê ya rawestekên berhemanîna elektrîkê helgirtiye.

Şiyana berhemanîna wê rawestekê 25 megawat elektrîke û hejmareke zêde panelan li xwe digre û dikeve gundê Minare ya derdora Hewlêrê. Ew rawestek jîngedost e û ew elektrîka ku berhem jî bîne bi tora elektrîka giştî ve dê bê girêdan.

Naha sedî 20 heta 30 berhemanîna elektrîka Herêma Kurdistanê bi wuzeya rojê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze rêjeyê bilindtir bike û ji bo wê jî projeyên wekî wê cîhbicîh dike.

Proje bi 100 milyon dolar cîhbicîh dibe û rûbera wê jî 590 donim erd e û dê salekî de karên wê bên temam kirin û hewl tê dayîn zûtir jî bê çêkirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Dêrsimê jin fêrî tembûrê dibin

Lalish Duhok

Li Şingalê toreke derxistina nasnameyê bo serkirdeyên PKKê hat eşkerekirin

Lalish Duhok

Papa Francis peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

Lalish Duhok