شبكة لالش الاعلامية

Amadekariyên pêkanîna Civata Bilind a Êzdiyan tên kirin

Amadekariyên pêkanîna Civata Bilind a Êzdiyan tên kirin

BasNews – Rêveberê giştî yê karûbarên Êzdiyan diyar kir: ‘’Kar li ser pêkanîna Civata Bilind a Êzdiyan tên kirin û piştî wê dê program û konferansê bê kirin û ew civat jî dê bê ragehandin. Naha amadekariya pêkanîna civatên tên kirin û dê Êzdî li seranserê cîhanê beşdar bibin.’’

Rêveberê giştî yê karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Siûd Misto ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêngavên pêkanîna Civata Bilind a Êzdiyan destpê kiriye û berdewam Mîrê Êzdiyan li gel rewşenbîr û kesayetên Êzdî di civînan de ye. Ji ber wê jî ev civat dema hate ragehandin, hemû Êzdî têde beşdar dibin û bi awayê herî baş xizmeta Êzdîtiyê li seranserê cîhanê dê bike.’’

Herwaha got: ‘’Êzdiyên Herêma Kurdistanê, Sûriyê, Tirkiyê, Ermenîstanê, Gurciya û Ewrupayê, hemû Êzdî dê bibin endam û dê nûnerên Êzdiyên hemû deveran nav civatê de bin û binkeyê wê civatê jî dê li Herêma Kurdistanê be.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta Iraqê di salvegera rizgarkirina Mûsilê de pesnê Pêşmerge dide

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîran hat aşkerekirin

Lalish Duhok