شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir

Serok Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir

BasNews – Serok Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê dikim.”
Sero Mesûd Barzanî peyama xwe de diyar kir: “Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku xêr û berket û silametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Qurbanê, ez pîrozbahiyên xwe arasteyî Misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xoşewîst ên Kurdistanê dikim.
Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku xêr û berket û silametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne. Ez hêvîdar im ev boneya pîroz bibe sedema seqamgîrî û tebayî li navçeya me û seranserê cîhanê.
Cejna we pîroz be û her di xweşiyê de bin.
Mesûd Barzanî
27.06.2023

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî diçe Abu Dabiyê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî serdana Kurdistan24 û cihên ji ber êrîşê zirar dîtine kir

Lalish Duhok

Wezîrê Derve yê Îtalyayê geheşt Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok