شبكة لالش الاعلامية

Dab û nerîtên Êzidiyên Ermenistanê di smînarekê da li Şarya hatine behiskirin

Dab û nerîtên Êzidiyên Ermenistanê di smînarekê da li Şarya hatine behiskirin


Tora Laliş:

Li roja sê şembûyê 4/7/2023, bingehê laliş tayê Şarya bi hemahengî di gel rêkxirawe Nupêl , smînarek bo nivîser û rewşenbêrî Êzidyê Ermenistanê ( Tîtalê Kerem ) ve hate encamdan bi amadebûna hijmareka rewşenbêr û mamosta û xelkê deverê .
li destpêkê berpirsê bingehê laliş tayê Şarya Dilgeş Selîm bixêrhatina amadebûyan kir, paşan kurtyek da jiyana nvîserî, paşî smînar ji layê nvîser û rewşenbir Tîtalê Kerem ve hate pêşkêşkirin.

Paşan dergehê dan û standnê bo amadebûyan hate vekrin û çendîn pris derbarey jyana kurdewarî û dab û nerîtên komelayetî û olî û syasî û aburî ji nvîserî hatin kirin.

Ji alyê xove nivîserî bi têr û teselî berisva pirsên amadebuyan da û bas li jyana xelkê Ermenistanê kir û hijmare xelkê wê da diyarkirin û ka xelkê wêder çawa jyana xo derbas diket û dab û nerît û proseya hevjînyê bas lê hate kirin .
SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêz li xwendekarên serkeftî yên awarên Şingalê hat girtin

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta bibe ber bi Dubeyî ve birê ket

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok