شبكة لالش الاعلامية

Mezarê Memê Şivan ji erdekî rût û hişk bo erdekê bi av û keskatî û dar û bar

“Bingehê Laliş hejmareka gencên gundê Kebertûyê xelatkirin”

Tora Laliş:

Bingehê Laliş tayê Xankê,li 12î tîrmeha 2023, simînarek bo profîsorê harîkar Dr. Emîn Kelo Qasim Serokê Pişka Jîngehê li zankwa Zaxo lidor ( Pîsbûna jîngehê) li darxst, bi amadebûna hejmareka mamosta û genc û rewşenbîrên deverê.

Piştî bi tîrûteselî drêjî li ser babetê pîsbûna jîngehê axftî û behis li hişyarî, ziyan û çareserî kirî, dergehê danustandinê hat vekirin û bi çend pirsyar û pêşnyaran ew simînar hat zengînkirin.

Herwesa piştî bi dawî hatina simînarê hejmareka gencên gundê kebertûyê ji layê Bingehê Laliş tayê xankê ve hatin xelatkirin, ji berku xizmeteka berçav kirîne li Mezarê Memê Şivan bo mawê sê salan û erdekî rût û hişk û bê av gohartine bo erdekê bi av û keskatî û dar û bar û b hevalê jîngehê hatine nasîn.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peykerek ji bo cangorî Cîlan Berces hate danan

Lalish Duhok

Amarên dawî yên aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn hatin parve kirin

Lalish Duhok

Li Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike

Lalish Duhok