شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Em bixêrhatineke germ li Patriyark Luîs Sako dikin

Mesrûr Barzanî: Em bixêrhatineke germ li Patriyark Luîs Sako dikin

Îro Şemiyê 22ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em bixêrhatineke germ li cenabê qedaseta Patriyark Luîs Sako dikin bo Hewlêrê, paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û ayînza û neteweyan.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Kurdistan berdewam dibe di piştevanîkirina Krîstiyanan de, em bi tundî vê reftara nehêja ya li hember cenabê wî hatiye kirin, şermezar dikin.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşandibû.

Kardînal Luîs Sako biryar dabû bi yekcarî bajarê Bexdê bicih bihêle û berê xwe bide Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako duh 21ê Tîrmeha 2023an bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.

CH

 

 (K24)

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serdana Dibistana Navîn a Jim Mashkou ji bo xwendina Kurdî

Lalish Duhok

Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman dicive

Lalish Duhok

Di nav 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê derketine derveyî welat

Lalish Duhok