شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Jenosîda Şingalê hîn bi dawî nebûye

Nêçîrvan Barzanî:Ber Bi Dahatûyeke Berdewam a Aram ji Êzidiyan re

Di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, îro 3ê Tebaxê Konferansa Salvegera  Jenosîda Êzidiyan bi diruşma (Ber Bi Dahatûyeke Berdewam a Aram ji Êzidiyan re) lidar ket.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û tê de got, bîranîna jenosîda Êzîdiyan, bîranîneke gelek cuda û taybet e, ji ber ku ev jenosîd û karesat hîn jî berdewam e û bi dawî nebûye, hîna hejmareke mezin ji jin, zarok û peyayên Êzîdî revandî û winda ne.

Nêçîrvan Barzanî got: “Heta ku Êzîdîyekî revandî mabe jî, ev tawan bidawî nabe.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, heta niha jî encamên wê karesatê, êş û azarê ji Êzdiyan û tevahiya gelê Kurdistanê re tîne.

Derbarê rizgarkirina Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê de jî, Nêçîrvan Barzanî got, îro ew roj e ku em hemû bi hev re rêzê li qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge bigirin, Pêşmerge di bin fermandariya Serok Mesûd Barzanî de, efsaneya DAIŞê li ser erdê şikand.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de spasiya xelkê parêzgeha Duhokê kir ku hevkariya xwişk û birayên Êzîdî kirine û got: “Tu carî nayê jibîrkirin ku li Badînanê di dîmenek pir mirovî de xelkê deriyê mal, dibistan û heta mizgeftên xwe ji bo pêşwazîkirin û sitarkirina xwişk û birayên xwe yên Êzidî vekirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de spasiya hemû parlamento, hikûmet û rêxistinên ku karesata Şingalê weke jenosîd nas kirine û alîkariya Êzdiyan kirine, kir.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsê PDKê li Şingalê: PKK dixwaze ji Bakûr û Rojava hêz derbasî Şingalê bike

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Lalish Duhok

Bi Wêne … Agirê Newrozê li nawçeya Xankê hat vêxistin

Lalish Duhok