Serok Barzanî geheşt Zaxo û li gel xelkê bajar dê bicive
BasNews – Îro 20.08.2023yê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo sînorê parêzgeha Duhokê de, Serok Mesûd Barzanî geheşt îdareya serbixwe ya Zaxo û ji aliyê berpirsên payebilind ên îdarî û partiyê ve pêşwazî lê hate kirin.
Serok Barzanî di serdana xwe ya ji bo Zaxo de, dê li gel çîn û xelkê wê deverê bicive û guh bide daxwazî û pêşneyarên wan.
Her di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Duhokê de Serok Barznî roja înê 18.08.2023yê li qeza Akrê û duh jî 19.08.2023yê li qeza Amêdî li gel çîn û xelkê wan herdu deveran civiya.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî