شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmetê erd ji bo çêkirina binkeyekî tenduristiyê li Şêxanê veqetand

Serokê Hikûmetê erd ji bo çêkirina binkeyekî tenduristiyê li Şêxanê veqetand

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ji bo veqetandina erd ku li ser wî erdî binkeyekî tenduristiyê li sînorê qeza Şêxanê bê çêkirin.

Îro 10.09.2023yê Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekî de ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar daye ji bo veqetandina parçeyek erdê şaredariyê ku binkeyekî tenduristiyê li gundê Kîs Qele ya li sînorê qeza Şêxanê bê çêkirin.

Herwaha hat ragehandin, li gor biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya giştî û pêwîstiya rûniştvanên wî sînorî, li ser rûberê 2 hezar metre çargoşe erd binkeyekî tenduristiyê li gundê Kîs Qele û derdora sînorê qeza Şêxanê zevî ji bo wê bê veqetandin û bê çêkirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mijûliya nû ya ciwanên Başûrê Kurdistanê; Pokemon go

Lalish Duhok

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

Lalish Duhok

Elmanya …Keçek Kurd dibe kanîd jibo posta prêzgariya devera Lichtenberg ser bi Berlîn ve

Lalish Duhok