شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Konsolê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Cîgirê Serokomar, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd El Mektûm gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya COP28 de ku dê di 1 û 2ê Berçile de li Dubayê were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.

Di wê lûtkeyê de, guftûgo derbarê rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê bên kirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li komelgeha Şarya work şopek, li dor mafên yasayî yên kemîneyan di desturê Êraqê da hate sazkirin.

Lalish Duhok

Qasim Dirbo: Êzîdiyên nav PKKê encumena xwe hilweşandin

Lalish Duhok

Ukrayna 200,000 leşkeran ji bo êrîşan amade dike

Lalish Duhok