شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê dike

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê dike

BasNews– Serok Barzanî û Emar Hekîm tekezê li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên Îraqê dikin.

Roja Duşemê (9ê Cotmeha 2023ê) li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û şanda pê re kir.

Baregayê Barzanî belav kiriye, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî ya Îraqê û bizavên lihevnêzîkirina dîtin û nerînên aliyan û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan bi hev hatin guhertin.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostînî û peywendiyên baş û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de û pêdivîtiya parastin û baştirkirina wê peywendiyê û dostîniyê hat kirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heweka çandina daran li komelgeha Dêrebûnê hate encamdan

Lalish Duhok

Belavkirina selikên xwarinê li ser hejmarek malbatên kampa Cîm Maşko

Lalish Duhok

Şandekê Bingehê Laliş seredana Yeketiya Afretên Kurdistanê li Hewlêrê diket

Lalish Duhok