شبكة لالش الاعلامية

Berdevkê Saziya Helbijartinê yê PDKê: Me amadekariyên ji bo helbijartina Parlamentoya Kurdistanê destpê kirine

Berdevkê Saziya Helbijartinê yê PDKê: Me amadekariyên ji bo helbijartina Parlamentoya Kurdistanê destpê kirine

BasNews – Biryare di meha Sibat a 2024ê de helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe û berdevkê Dezgayê Helbijartina PDKê jî radigehne amadekarî ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destpê kirine.

Vê derbarê de Berdevkê Dezgayê Helbijartina PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK, hemû demekî ji bo helbijartinê amade ye. Ji bo mijara helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî pêngav bi pêngav li gel amadekariyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê re em jî amadekariyan dikin û prose demdirêj e.’’

Navborî got, naha dosyayek li dadgeha federal e, derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de. Heta ew zelal nebe, hemû tişt bi temamî ronî û diyar nabin.

Navborî got, wek PDK me girse û alîgirên xwe agahdar kirine ji helbijartinê û her demekî ku pêwîst bike wê demê berbijêr jî dê bên diyar kirin û em li benda fermanên komîsyona helbijartinê ne, lê ew qonax hîn maye.

Berdevkê Dezgayê Helbijartina PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku berbijêr li gor sîstema helbijartinê dê bên diyar kirin. Ango eger yek bazine be, hejmara berbijêran li gor çend bazineyan dê biguhere.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî cîbicî bike

Lalish Duhok

kurte filmek li dor karesata şingalê hat pêşkeş kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

Lalish Duhok