شبكة لالش الاعلامية

Mîrê Êzidiyan: Hilbijartin ji bo Kurdên Êzîdî pir giring in

Mîrê Êzidiyan: Hilbijartin ji bo Kurdên Êzîdî pir giring in

 Mîrê Êzidiyan bang li dengdêran kir ku biçin ser sindoqan û beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bibin.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, îro danê sibê li 15 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî dest pê kir. Hilbijartin ji sala 2005an vir ve, bo cara yekem e li parêzgeha Kerkûkê.

Mîrê Êzdiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg li navendeke dengdanê ya navçeya Şêxanê deng da û piştre bang li Êzidiyan kir ku bi coş biçin ser sindoqan û ji bo parastina herêmên xwe, dengê bidin namzetên xwe.

Tekez kir jî: “Hilbijartin ji bo Kurdên Êzîdî pir giring in, ji ber ku ji sedî 80 ji wan li parêzgeha Neynewayê dijîn. Herwiha got jî: “Beşdarbûna Kurdan li navçeyên Kurdistanî gelekî girîng û diyarker e.”

Îro 18/12/2023an ji demjimêr 7:00 sibê ve navendên dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) hatin vekirin.

Zêdetirî 15 milyon kes mafê dengdanê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de hene, ku demjimêr 7:00 sibeha Duşemê dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam bike.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY : Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê di sala 2014 de 308315 kes bûn

Lalish Duhok

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

Lalish Duhok

Bi wêne…Keç û kurên êzdî li Başîk ahenga sersala êzdiyan birêve dibin

Lalish Duhok