شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê Koç û Koçberan: Aware di azadin bo zivrîna ser cih û malên xwe

Rêveberê Koç û Koçberan: Aware di azadin bo zivrîna ser cih û malên xwe

Tora Laliş

Rêveberê Koç û Koçber û bersivdana qeyranan li parêzgeha Dihokê diyarkir, heta evro 25/1/2024ê hêşta pitr ji 300 hizar awaran li Dihokê mayne û xelkek yê azade bo zivrîna Şingalê”.

Pîr Deyan, Rêveberê Koç û Koçber û bersivdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo (Basnews) ragehand, tiştekê fermî bo daêxstina kempên awaran û zivrîna wan bo ser cih û malên wan hêşta negehştiye me, em bawer nakeyn hikumeta Îraqê biryara zivrîna awaran bicih bînit ji berko eve gelek caran bizavê diken ko aware vegern lê hêşta aware mayne û neşyaîne vegerin”.

Aşkra kir, aware azadin bo zivrîna ser cih û malên xwe û her awarekê bovê ji kempan yan jî ji dervey kempan vergerîte Şingalê harîkarî digel dihête kirin û hîç awarek bi zordarî nahêne zivrandin”.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Tirajîdyaya Şingalê li Xankê tê nimaîş kirin

Lalish Duhok

Wezîrê Derve yê yê Brîtanya cejna Newrozê li Barzanî pîroz dike

Lalish Duhok

Bingehê laliş duyemîn salyada Gundê Koço sax kir

Lalish Duhok