January 15, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çapa nû ya pertûka perwerdа êzidiyatiyê dê êtе xwandin

Çapa nû ya pertûka perwerdа êzidiyatiyê dê êте xwandin

 

 

Tora Laliş ya Ragehandinê

 

Pêdaçûn û rastvekirin li pertoka perwerda êzidiyatîê temam bûye, niha ji bo wezareta perwerdeyа hikumeta herêma Kurdistanê hatiye hinartin, bi dîzayn û qebareyekê nû dê êtе çapkirin û berhevkirin bo sala nû ya xwendinê.

Pertoka perwerda êzdiyatîê qonaghên êkê bineretî ta dwazdê amadeyî b xove dgirt û çend babetên dî jî hatine zêdekirin.

Roja dûşembûyê 19ê tebaxa 2024ê, Şemo Qasim, endamê lîjneya pêdaçûna programê êzdiyatî bo Sema ragehаnd, dû lîjne jlayê wezareta perwerdeyа hukumeta herêma kurdistanê bo pêdaçûn û rastvekirna babetê pertoka perwerda êzdiyatîê l qonagha bineretî ta amadeyî hatne pêkînan, nêzîkî dû salane l bingehê Lalişê l Duhokê b serperştiya çend serperştên perwerda êzdiyatîê kar l ser berhevkirna pertokê dête kirin.

Amaje b wê çendê da, lîjneya pêdaçûnê b hûrî kar l ser pertokê kirye û hemû têbînî û boçûn l berçav wergirtine û her şaşiyek hebit hatine rastvekirn, pertok b dîzayneka cwan û qebareyekê mezin hatye çêkirin û noke temam bûye bo wezaretê hatye vrêkirin.

Şemo Qasim dbêjît: Piştî pertok jlayê wezareta perwerdê ve dête çapkirin, bo sala nû ya xwendinê (2024/2025) dê ya berhev bit û dê îsale ête xwandin.

Endamê lîjneya pêdaçûna programê êzdiyatî ragehаnd jî: Piştî cînosaida bserê êzdiyan da hatî l Şingalê l ser destê tîroristên DAIŞê, hizr l zêdekirna babetê pêkvejiyanê kir û d nava pertokê da hatye zêdekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi