شبكة لالش الاعلامية

Hingvinê Şingalê bo dervey welatê dête rewanekirin

 

Hingvinê Şingalê bo dervey welatê dête rewanekirin

 

   Ragehandinê  Laliş – Sema

 

 Hingvinê Şingalê nav û dengî û tameka xweş l deverê heye, jber kualîteyeka baş daxwaziyeka zor l ser heye û bo dervey welatî jî dête hinartin û rewanekirin.

Salim Qasim Girmiz, êk j mêşevanên Şingalê ye l gundê Girmiz ser b nahiya Sinûnê l sala 2000 dest b xudankirina mêşên hingvinî kiriye û bo Sema dibêjit: Projê wî b xudankirin û berhemînana hingvinî ye l deverê, hingvinê Şingalê tameka xweş heye û pitir daxwazî l ser heye jber pêkhatên xwarnê yên serekî bo mêşê û hingvinî têda hene.

L deverê û herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaziyeka zor l ser berhemî heye

Got jî: Gîrobûna baranê îsale karîgerî l ser kêmiya berhemê mêşan hebû, nêzîkî 2 ten û nîvan me berhem îna, herwesa zêdebûna berhemî j dever bo deverê û sal bo salê cudaye.

Wî mêşevanî aşkirakir: Salane berhemekê baş yê hingvinî d froşim, l deverê û herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaziyeka zor l ser berhemî heye, l dervey welatî jî gelek bo welatê Elmaniya dête rewanekirin.

Mêşevanê navbirî d dirêjahiya axiftinên xwe da diyar jî kir, d salên bêt da dê projeyê xwe berfirehtir kein bo berhemînana hingvinî.

L deverên çiyayê yên Şingalê mêşên hingvinî dêne b xudankirin, mêşevan bizavan diken berhemê xwe zêde biken û bo pêwîstiya navxo dabîn biken.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fistiqên Sêrtê êdî li Zaxo jî hêşin dibin

Lalish Duhok

100 milyon şopînerê wê hene

Lalish Duhok

Kevintirîn wênegirê li bajarê Qamişlo

Lalish Duhok