شبكة لالش الاعلامية

Belgenameyek di derbarê Êzdiyan de

 

 

 

 

 

Kemal TOLAN
Hêjmara Êzdiyan di wextê Îtîhatî Terakiyan amediya Tirkiya nû kirine de, hingê tenê di nav van çar parêzgehan de 37 000 buye
Belê kesên bi zimanê tirkî dizanin bila li vî rûp.:111 yê vê pirtûkê* binêrin, di virde zelal xwanê dibe, gava Îtîhatî Terakiyan di sala 1912 de konferansa Sevr ê çêkirine, hingê “Bağos Nubar Paşa di rapora xwe de diyardike ku, Hêjmara Êzdiyên di nav parêzgeha ;
Erzurum ê 3000,
Van 25 000,
Bitlis 5 000,
Diyarbekir 4 000
Tevayî 37 000 buye.“*1
Lewma „wexta Îtîhatî Terakî (Cantirkan) dewleta Osmanî belakirine û Peymana Sewrê di 10.8.1920 de çêkirin, hingê wan mafên netewa Kurd û olên ku di Kurdistanê de hebûne jî naskirine “*2, rûp.:18
Xwedê mafê Êzdiyên hatine qirkirin û koçberbûne ji zaliman re ne hêle
Çavkanî:
1- Binêrên li wêneyan
2- Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindî ne- 2000 Oldenburg

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bîranîna qurbanyên peqîna Sîba Şêxidir û Gir’zêr û komkujya gundê Koço l komelgeha Şarya

Lalish Duhok

Xorteki Êzidî nimreya “Baş” bi bawernama bekaloryê dibwarê koçberî û çalakiya perwerdey da bidestxist.

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok