March 14, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Demhat Deriki..Kalo û Besê

 

Ji dûmana çixara kalo, raman li dûv şikê bilind dibûn, li çep û rastê oda ya xaniyê kelpîçî diket. Her ku hilmek ji çixara titûnê dikşand cegera xwe, axînek ji bîra êşa wî bilind dibû û digot: “Aaaax, min ev roj jî dîtin.

Ti nemaye hişê min, min bixwe, dikim nakim ji didanên vê êşê xilas nabim, nava min dikin qet qet. Çawa dilê wan radigire xaka xwe, gundê xwe, bajarên xwe dihêlin û diçin?..”

Dema Kalo diaxivî, hevjîna wî Besê, bi denegek bilind got: “Ev te xêêêêre? Ev çi ye dîsa tu dike ax û ax? Ma ewên ji Efrînê, ji Qamişloyê, ji Dêrikê…ji vê dojehê direvin ji zarokên min çêtirin? Va xwendina keçikê lê çû, kurê te jî bê kare li binê male..”

Kalo awirek tûj ji Besê veda û pêre pêre got: “Te got dojeh? Te welatê bav û kala kir dojeh?”

Besê: “Lê lê lê, ma tuyê xaka bêhna miriyan jê tê çi navî lêbike? Kalo, bese bese, çavê xwe veke, kesek tiştekî ji me re nake. Rebeno, xwelî sero êdî kes nizane kî dize, kî raste, kî başe, kî xerabe. Hemû ji bo textê xwe dikin, kesek nizane tu heyî an nîninî! Ka tu bi serê xwekî bêje min; ne ronahî heye, ne xwarin heye, ne av heye, roj nîne cendekên ciwanên weke heyv û stêran xweşik bi ser dê û bava de neyên, ma ev ne dojeh be, navê xwe çi ye?”

Kalo bi hers rabû ser piyan û kire qîr: “Keçê beseeee, beese bese. Careke din tu behsa wan ciwanan bikî ezê zimanê te ji binî ve jêkim. Ji xwe yên weke tee v ax kirin dojeh! Hûn bi kû de diçin biçin korîma we kirî.

Ez bi xwe li vir dimînim, di mala de xwe de dimînim, ji nêza bimirim, werim kuştin jî bostekê ji gundê xwe dernakevim. Ma çi zû ji bîra we çû? Ma qey Başûrê Kurdistanê nayê bîra we? Heta balefir êrîşî wan nekirin, heta bi tank û topan êrîşî wan nekirin, heta hawîr dorê wan nebû mirin kesekî ji wan ji ber nan û avê xaka xwe nehêlin. Na, bi wî xwedayê ez dayîm, ez ji gundê xwe dernakevim.”

Besê bi çavên tije hêsir got: “Nexwe tu nayê Kalo?”

Kalo: “Na, ez nayêm!”

Li ber çavê Kalo, Besê û her du zarokên xwe hinek tiştên xwe hilgirtin û çûn…Kalo jî çixareke din pêça û li çûna wan meyze kir.

Çavên Kalo, lerizîn, hêsiran xwe berda xwar, ew diçûn û çavê Kalo jî ji hêsiran nedisekinî ta ku Besê û her du zarok di nava hêsiran de wenda bûn.

Demhat Dêrikî 17/8/2013

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi