شبكة لالش الاعلامية

Serokê Bingehê Laliş Cejna Êzidîyan ya Sersalê pîroz kir

Bingehê Laliş Cejna Êzidîyan ya Sersalê pîroz kir 

Bi helkefta hatina cejna Sersalê ( Çarşema Sor ) li ser navê desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî u civakî u tevaya çiq u nivîsgeh u nûneratiyên xwe li seranserî deverên Êzidîyan ciwantirîn pîrozbayan pêşkêşî Mîrê Êzidîyan u civata rohanîya Êzidîyan u tevaya Êzidîyan li kurdistanê u Îraqê u cîhanê dikin , ji xwedê mezin dixwazin ev cejn bibe sedema hevqebûlkirin u hevrejîyan dinavbera tevaya gelê Îraqê da , her bi vê helkeftê sopasdarên serok Barzanî ne ji bo ku ev cejn kirne bênvedan li sertaserî kurdistanê .

Hêjayî gotinêye cejna îsal hevdeme digel pirosisa helbijartinên Îraqê u kurdistanê ji ber hindê jî em bi hîvîne u daxwazê ji hemî layenger u endamên bingehê laliş dikin beşadar bibin bi awakî baş, her dîsa em daxwazê ji serkirdayetîya kurdistanê dixwazin pêngavên berfirehtir bavêje ji bo hindê  mada 140 ya desturê Îraqê bête cêbecêkirna ji ber ku piranîya deverên Êzidîyan diveke li bin vê madê daku kurdistan beref qonaxeka nû da ronbibie bi serkirdayetîya helgirê birojê netewî serok Barzanî .

 

Şêx Şamo

serokê desteya bilinda bingehê Laliş

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên Efrînê tên neçarkirin ku ola xwe biguherin

Lalish Duhok

Qayîmeqamê Şingalê: Bexda bo vekirina gorên komî bûdcê nade

Lalish Duhok