شبكة لالش الاعلامية

Hevpeymaniya Kurdistan`ê û Kurdên Êzîdî û Feylî

Xendan –

Bexdad – Hevyamaniya Kurdistan`ê piştgiriya xwe jibo pêdana 5 kursiyan bo pêkhata Êzîdî wek sîstema Kota di hilbijartinên parlemanê de û 3 kursiyan bo Kurdên Feylî ku 2 ji wan li Bexdad`ê bin.

Serokê Hevpeymaniya Kurdistan`ê Fuad Me`esûm di civîneke rojnamevaniyê de li Civata Nûeran ku têde nûçegîhanê Xendan jî amade bû ragihand, ew piştgiriyê didin pêdana 5 kursiyan bo pêkhata Êzîdî di yasaya Hilbijartinên Civata Nûneran de û 3 kursiyan ji bo Kurdên Feylî wek sîstema kota ku 2 ji wan li Bexdad`ê û yek jî li parêzgeha Wasit be, û ron kir ku, Hevpemaniya Kurdistan`ê digel lîsteya vekirî ye ne digel ye girtiye û ew digel daîreya hilbijartinekê ye, wate sîstema ku dadweriyê di dabeşkirina dengan de bike.

Meesûm diyar kir ku, di rewşa pirbûna daîreyên hilbijartinê de divê ku 50 kursî wek qerebû bê terxan kirin ku beşek ji wan bo sîstema kota û beşek din ji kursiyan jî li gor dengan li ser lîsteyan bê dabeşkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

14 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: wexerkirna Mam Celal xusareteka mezine bo gel‌ê Kurdstanê‌

Lalish Duhok

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Lalish Duhok