شبكة لالش الاعلامية

Îsal wê 2 hezar Kurdên Êzdî li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bixwînin

Îsal wê 2 hezar Kurdên Êzdî li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bixwînin
KDP.info-Şingal

Berpirsek radigehîne ku dê îsal 2 hezar xwendekarên Kurdên Êzdî di zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê de bixwînin.
Serokê Desteya bilin a Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê, Şêx Şamo, di daxuyaniykê de ji KDP.info re ragehand ku, ji ber wê serpêhatiya Kurdên Êzdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku hemû ew xwendekarên ku wek mêvan li Kurdistanê dixwendin, niha wek veghuêz danûstan ligel wan bê kirin.
Şêx Şamo amaje kir jî ku, li gor lîsteyên di dest wan de, heta niha hezar û 400 xwendekarên Kurdên Êzîd hatiye wergirtin, pêşbînî tê kirin ku ew rêje bigehe 2 hezar kesî, ji ber ku hejmarek xelk hene ku nikarîne di salên borî de xwendina xwe temam bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Biden endambûna Swêd û Fînlandê bo NATOyê îmze kir

Lalish Duhok

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Lalish Duhok

Biden: Egera êrîşa kîmyayî ya Rûsyayê gefeke rasteqîn e

Lalish Duhok