شبكة لالش الاعلامية

Xalidê Heso: Ji Dîrokê Bipirsin

Ji Dîrokê Bipirsin?!

Abdullah

Bijî bijî kurdistan

Wan pêşmergên qehreman

Li cîhanê deng vedan

Ji pola ye vîna wan

Dilovan û pirr merdin

Ji dozê qet naberdin

Xwedî maf û dîrok in

Ew rêbaza serok in

Şervan û canfîda ne

Ewin neviyê şêran e

Wan sûnd xwarî bi Yezdan

Yan Kurdistan yan neman

Sîngên xwe kirne senger

Ji welat re sernaser

Cnfîda ne bo welat

Xwîna xwe kirne xelat

Kurdistan pirr biha ye

Qelen xwîna kurda ye

Kesên îro bûn sedem

Bûn berpêk û bûn kelem

Îro, nû hûn bûn dilêş!

Bûn rêber û bûn serkêş!

Fedî nekin, netirsin

Ji dîrokê bipirsin..

Keda kê bû ew halan

Ala rengîn kê hildan?

Ev leşker û perleman

Ew kolêc û dibistan

Gerek em jibîr nekin

Em rastiyê kwîr nekin

Kê em xistin rêka rast?

Kî bû mafê me parast?

Bi destan û berxwedan

Kî bû deng da, nav cîhan?

Yê ku bingeh rast danî

Ew bû, nemir BARZANÎ.

Qamişlo, 10.10.2015

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vîstevala Laliş ya rewşenbîrî ya salane hate gêran

Lalish Duhok

Werin em li jîana jina kurd Cemîla Celîl binêrn

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re got, referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe

Lalish Duhok