شبكة لالش الاعلامية

Konê Reş: Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Konê Reş

Barzaniyê Nemir!

Di rojbûna te de, welat di kene..! Gulîstan û daristanên welat bi ava (Êlûnê) têne avdan Qesir û qonaxên welat bi lat û zinarên Derbendîxan, Zozik, Soran û Baziyan bilind dibin Navê Xanî û Bedirxan, Hefîd û Goran Bi tîpên zêrîn di sînga welat de têne nivîsandin Welatîno werin, tev werin..! Em bi hev re serboriya BARZANÎ Bixwînin;

Ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî, Peravê Aras, Şoreşa Êlûnê, 11ê Azarê û ta bi Gulana rengîn.. Wî, wî.. Bi tena xwe dît û her tişt naskir. Naskir;

(Da ko mirov kurdekî dilsoz û resen be, ew hunerek zor çetîn û dijware) Bê guman wî, her tişt nas kiribû ta ko îro ji me re bûye; Strana ser zimana, xup-xupa ava çem û cobaran.. Navê wî bi dengê: Qewalên piristgeha Laleş, Zengilê Dêr û Kenîşteyan û Melayên Mizgeftan re Di sînga asmanê welat deng vedide û li hev vedigere..

Konê Reş. Qamişlo, 14.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Li Urdinê Ebadî pesnê Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de dide

Lalish Duhok

Kurdên êzdî hest bi aramyê û piştrastyê di dewleta Îraqê da naken

Lalish Duhok