شبكة لالش الاعلامية

Mala Êzîdîyan Oldênbûrg we dawetî Îda Çarşema Sor- Sersala Êzîdîyan dike

Dawetname

Xwûşk û birayên hêja, hevalbendên dilsoz!

Serokatiya Mala Êzîdîyan Oldênbûrg we dawetî Îda Çarşema Sor- Sersala Êzîdîyan dike. Wekî hemû salên derbas buyî ji, îsal jî me ji we re bernameyeke rengîn hazir kiriye. Bi beşdarbûna we dilxweşiya me ye.

 Rêzgirtina karekî dînî ji alyê Pîr Şikrî Pir Sini Bahri

 Hunermend Malek Samo

 Hunermend Ayad Dino

 Helbestvan Necirvan Roj

 Tewaf

 Dilan û Govend

Jibo Xêrê em pêşniyaz dikin hûn ji van xwarina bînin: kutilk, nanê sêlê, lahmacûn, borek, aprax, salate (bê kelem û xas), kulîç, kade û fêki. Ji kerema xwe re jiber hinek pirsgirêkan xwarinên germ wek savar, goşt, biriniç, tirşik û şiraniyên ron neynin.

Nav û nîşan

Dem/Termin: 20.04.2016, 16:30 Uhr

Cî/Ort: Mala Êzîdiyan – Yezidisches Forum, Eidechsenstr. 19, Oldenburg

Otostrada/Autobahnabfahrt: Oldenburg-Kreyenbrück

ji bo bitr pêzanînan peywendyê bi van jimaran  biken

Fon: 0049 (0)441 4850555
Fax: 0049 (0)441 4850557

www.yeziden.de
info@yeziden.de

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kesayetyên civakî yên Ba’edrê supasyen xelkê nawchedaryê di gehînne Şêx Şamo

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkir

Lalish Duhok

Dest bi avedankirina Şingalê‌ hate kirin

Lalish Duhok