شبكة لالش الاعلامية

Beşdarî di konfiransa Êzidî u Êzidîyatî ber bi kuve

Li rêketî 11-12. Şubatê 2017 navenda lêkolînên Êzidî nasiyê ser bi M.E Oldenburg ve konfiransa xwe ya 6-mîn li darxist ku li bin durûşmê “Êzidîyatî ber bi kuve “.
Konfiransa han bi beşdarîya hijmareka nivîskar u lêkolînvan u kurdzanan bi rêve çû.

Her weha berêz Kamîran Qasim bi nûneratîya Tayê 6 yê PDK amadebû u ji bingehê Laliş- Elmanîya ji çend Endam beşdar bûn. U endamên mal u komelên Êzidyan li Europa u dezgehên çandî yên kurdustanî.
Hîviya serketinê u pêşveçonê ji bi navenda lêkolînên Êzidî nasiyê u M.E Oldenburg dixwazin ji bo xizmeta civaka kurdên Êzidî li cihekî be .
Hejar Midir Dawud

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

ndekê Desteya Bilinda Bingehê Laliş seredana Desteya vekolînê û komkirina girovan kir

Lalish Duhok

Keçên êzîdî li Mûsilê ji bo Teleferê hatin veguhestin

Lalish Duhok