bingehê laliş hoşdaryê didet ji pîlanêt çepel ji bo têkel kirina kaxeza Şingalê
gelek bi mixabinî ve dengûbasê revandina du welatyên xelkê Duhokê li qeza Şingalê , û paşî dîtna kelexêt hediwan , ev tawana henê ne ya yekê ye û nabe ya dawiye jî , çenku pîlanêt çepel di hêne kirin û hatine amade kirin li nav qulaçkên tarî da ji bo têkel kirina kaxezan li Şingalê û bo merêmen dîyar bo hemyan zêdebarî hewlên ne serkefty ji bo çandina dubergyê û fitnê karye dinavbera kurdên Êzidî da bi gişty û xelkê duhokê û gelê kurdistanê da , bo zanîn gelê kurdistanê û bi taybet xelkê duhokê pêşwazî li xelkê me kirin û hembêz kirin li demê aware buna wan ji deverên wan berya dû salan .
bêgoman hebuna çekdar û ne desturday li Şingale ku biryarên xo ji dervey sinurê ‘raqê werdigrin u li bin sîbera kawdanekî ewlehî ye ne kontrolkiry bi sedema wan hêzan de hemyan berev berelayê bêtin û ev çende ne li dîv hez û vîana hîç layenekî ye ji bily ewên nyazên ne saxlem heyn û ew berheve bo encamdana her tiştekî ji bo mana xo li Şingalê em li bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî , eve tawana kirêt bi tundî reswa di keyn , û daxwazê ji cihên peywendîdar di keyn hemî şyanên xo bidîne karî ji bo dyar kirina van tawanbarên kujek û radest kirina wan bo dadgeha dadperweranê u bi zutrîn dem , herwisa em behîdaryên xo yên gerim peşkeşî kes û karên herdu xudê jêrazyên bêguneh di keyn.
desteya bilinda bingehê laliş \duhok
3\10\2016
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
