شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş- Elmanîya/ pîrozbayî bi helkefta cejina Rojiyên Êzî.

Bingehê Laliş- Elmanîya/ pîrozbayî bi helkefta cejina Rojiyên Êzî.

Bi helkefta hatina cejin Rojiyên Êzî em li ser navê tevaya endamên desteya rêveber – bingehê laliş- Elmanîya u tevaya layenger u heval Dostên bingehî gerimtirîn pîroz baya arasteyî hemî Êzidyan li kurdistanê u Îrakê u serenserî cîhanê dikin ji xwedê dixwazin her sal bi xêr u xweşî li ser gelê me de vegere.
Her bi vê helkefta pîroz radigehîn ku bingehê laliş wek wefadarî ji bo barodox u rewşa perîşana xelkê me piştî Fermana reş a Şingal u keç u jinên êsîr di destê teroristiyên ISIS da u 11 hezar Şehîd u birîndar ên welatê me Kurdistan hîç bizavek u çalakîyek hunerî u muzîk em li dar naxin tenê wê rê u rismên Olî u amadebûna Qewal u pirozkirna cejinê wê bêne li darxistin li dem jimêr 13:00 li roja cejinê 16.12.2016 li baregayê bingehê laliş li bajarê Bielefeld..
Nemirî u dilovanî ji bo tevaya şehîdên Şingal u Şehîdên pêşmergên kurdistanê
Serşorî ji bo teroristan be
Azadî ji bo Êsîrên Êzidyan bee.

Bingehê laliş- Elmanîya
14.12.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kerkûk- Fîlmekî kurdî di 5 rojan de milyonek car hat temaşekirin

Lalish Duhok

Riwangeha Sûrî: Di 3 rojan de 150 hezar kes ji Efrînê mişext bûne

Lalish Duhok

Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek

Lalish Duhok