شبكة لالش الاعلامية

Desteya bilinda bingehê laliş harîkaryên daraî bi ser (64) xwendekaran belavkir

Desteya bilinda bingehê laliş harîkaryên daraî bi ser (64) xwendekaran belavkir
Tora laliş ya ragehandinê
Dirêjî dan bi harîkarîkirina xwendekarên êzidî yên kêm deramet li Zanîngeh û Peymangehên Herêma Kurdistanê , îro li rekeftî 13 nîsana 2017an  li Zanîngeha Duhokê bi helkefta cejna serê sala êzidyan (Çarşembua Sor) desteya bilinda bingehê laliş di gel tayî û nivîsîngehên xo , bi çavdêrya berêz ”Şêx Şamo” serokê desteya bilinda bingehê laliş li Duhokê harîkaryên darayî bi ser 64 xwendekarên Êzidî belavkirin.

Di kurte peyvekê da ”Şêx Şamo ” daxwaza serkeftinê bo xwendekaran xwast û piştevanya bingehî bo wan dûpat kir û sozda li pey şyanên xwe li ser van harykaryan di berdewam bin.

Ji alyê xweve xwendekaran pesna rolê bingehî kir û supasya bingehê laliş kirin bo veguhastin û çareserkirina kêşeyên wan û van core harîkaryan.

Hêjayî gotinê ye pêştir 70 xwendekarên dî yên êzidî yên kêm deramet ji vê harykarya darayî bi mifa bune.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîkayê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Lalish Duhok

Du keçên din ên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Bingehê laliş radibe bi bîr anîna derbaz buna yekmîn sal ya komkujya Koço

Lalish Duhok