شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş pîrozbahyê li ” Nadîa Murad ” di ket

Bingehê laliş pîrozbahyê li ” Nadîa Murad ” di ket

Bi dilekî pir kêf xweşî deng û basê bexşyna ” Nadîa Murad” bi xelatê Nobel yê aştyê li gel nujdarekî Konglî hat bihstin.

Em ciwantrîn pîrozbahyan arastey keça Koço ya birîndar Xanm ” Nadîa Murad” di keyn û dûpat di keyn ev xelat kirin sarêjkirina birînên Êzdîane û peyameka dilsozî hevgirtina nîvneteweî ye li gel Êzidyan ji ber wan sitem û nehametyan û kuştin û serbirin û karên hovane yên çekdarên rêkxrawa Da’ş ya tîrorstî encam daîn li demê dest bi serdagirtina Şingalê da, li heman dem da ev xelatkirin wek îradeyeka bi hêze li hember tîrora Da’şê û dirndayetya wê dijî çerxê serdem û mirovayetyê.

Ev serkeftina pir beha li hemû Êzidyan pîroz bit, ku helwîstekî mirovayetyî yê cihanî ye bo nexoşyên me, dûpat di keyn ku civakê Êzidî her dê mînit civakekî aştî xwas û pêkve jîanê bi kar û kiryar , û em di karin bi aştîyane tîrorê ji nav biben bi harîkarya aştîxwazan li seranserî cihanê .

Desteya bilinda bingehê laliş.
5\10\2018

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Êzdiyan nerazîbûna xo diyarkirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê ji bo azadiyê xwîn û qurbanî dane

Lalish Duhok

Nadine Maenza: Nimûneya pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê divê li hemû cîhanê reng vede

Lalish Duhok