شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ laliş cejna sersalê‌ pîroz dikt:cejnên me yên kevnar pişkek ji nasnameya rewşenbîrî û aynî û netewey ye

Bingehê‌ laliş cejna sersalê‌ pîroz dikt:cejnên me yên kevnar pişkek ji nasnameya rewşenbîrî û aynî û netewey ye

Tora Laliş
Bi helkefta hatina cejna serê‌ sala êzdyan(serê‌ sal=çarşembûya sor),ciwantrîn û germtrîn pîrozbahyan arstey tevaya êzdyan li Kurdstanê‌ û Îraqê‌ û cîhanê‌ dIkeyn, hîvîxwazin sala tenahî û aramî û xêr û xoşyê‌ be bo hemû mirovayetî û êzdyan li welat û ji dervey welatî.
Bi helkefta vê‌ cejnê‌ ku dibte yٔek ji kevntrîn cejnên êzdyan, em dûpatê‌ pêkvegrêdana cejnên xo dikeyn ku pêtvyeka dîrokî û hevçerxe, jiberku ev cejin xudan felsefe û naverok û drêjepêdana dîrokî ya êzdyan li xaka wan ya kevnar û dêrîn xuya dike, û êk ji kevntrîn pêkhateyên ku li vî erdî binecih bûyn.
Û em dibînn ku ev cejnên me,taybet cejna serê‌ sala êzdyan dibe pişkek û alyekê‌ girng ji nasnameya me ya rewşenbîrî û aynî û netewey, em pişt rast dikeyn herêkî bizava şêwandina bîrubawerên me yên aynî û întîmaa netewa me ya kurdî ya resen krî çarenvîsê‌ wan şkestin û bê‌ hîvî bûn bûye, jiberku rastya ron û aşkera bi devê‌ komeka kesên toz û ba nayٔête veşartn.
Kar û kryaran selmand ku întîmaa me bo Kurdistanê‌ weku xak û millet entîmaeka sruştî ye, u bê‌ kurdistana azad û geş û aram û bihêz, pêşeroja êzdyan li rojhelata naverasta ya dinav pirî bûyeran da nabe.
jiberku li cejna serê‌ sala êzdyan dibt xrvebûnên xêzanî û civakî û cemawerî peyda bin, em daxwazê‌ ji hemû xelkê‌ xo dikeyn li her cyekî bin pêtvye rênmayên taybet bi berngarbûna vayrosê‌ koronayê‌ li berçav wergirn û rêgryê‌ li berbelavbûnê‌ bigrn, bi rêya pêgîrîkirnê‌ bi rêkarên saxlemyê‌ yên diêne derkirn û bi her rengegî dişyan da bit têkelyê‌ û bi taybet li deverên grtî neken.
Sala xêr û xoşyê‌ be bo tevaya êzdyan û hemû mirovayetyê‌

Desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî/Duhok
13î nîsana 2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Karûbarên çardehemîn konferansa desteya bilind a Bingehê Laliş a Rawşenbîrî û civakî

Lalish Duhok

Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kir

Lalish Duhok

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok