Milet û Kompîtor
Serdar Roşan
Tarîxa miletan û mefhûma milet kevin e. Bi qasî danîna dewletê kevin e. Misira dema fîrewnan milî bû. Çînê berî duhezar û hinde salan jî milî bû.
Li Ewropayê danîna dewletê li gorî Çîn û Misirê ne zêde kevin e, kêm-zêde hezar sal e, heke mirov peravên Behra Sipî nehesibîne.
Herçî dewletên milî yên kurdî ne, tarîxa wan teqabulê berî mîladê dike. Dewleta Medan nimûneyeke baş e ji bo vê yekê. Xuxûsiyeteke gelek baş û balkêş di strûktura danîn û gerîna wê dewletê de hebû ku mirov dikare wê weke demokrasiyê bi nav bike. Beşdarbûna aliyên civakî, eşîret û peyderpey arîstokrasî, li rex şahê dewletê di struktûra hukum de xwedî gotin bûn.
Çawa ku em ji kompîtora îptîdaî (li gorî yên îro) ya berî heftê salî û ya îroyî re her dibêjin kompîtor, herwisa dewlet bi xwe ji destpêkê de ji etnîsîte û çanda wê ne bêpar bû û milî bûn. Bi kêmasî di şiûra civakê de wisa bû.
Loma teorî û fikira modernîstên ewropî ya derheqê milet û dewletên milî de hew li nêv hewşa ewropiyan xwedî gotin û realîte ye.
Çiyê dewleta milî ya modernîstan ji Misir û Çîna berê mîladê zêdetir e, ji bilî formata nuh an jî kemilîna struktûra dewletê?
Ma mirov kare kompîtorên niha û yên berê muqayese bike û bêje eynî ne?
Lê nav û karê kompîtoran her eynî ye, herçiqas kapasîte û hêza wan ya hesabê ji hev pir cuda be jî.
Pêwendiyên civak an jî em bêjin însanan li gorî ziman, çand û merivatiya wan şikil digirt û şiûreke hevbeş, ruhîyeteke hevbeş, çarçoveya wan ya kolektîf nîşan dikir.
Ango însan bi çandiniyê re di dema neolotîk de bûn xwedî hizreke etnîkî an jî ferqîyeta em û yên din çêbû. Dewletên hatin avakirin ji wan pêwendiyên behskirî ne azade bûn, bi peyveke din damareke xurt ya ji têkiliyên çandî pêkhatî timî hebû û rengê xwe dida hebûna aletê serweriyê, ango dewletê.
Kompîtora kevin an nuh, her kompîtor e!
Miletên kevin an nuh, her milet in!
Riataza
00CH |
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî