شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Amerîka naxwaze PKK li Şingalê bimîne

Şêx Şamo: Amerîka naxwaze PKK li Şingalê bimîne

 

BasNews  Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê ragihand, ji PKKê re hatiye gotin ku divê bilez ji Şingalê derkeve û got, Amerîka naxwaze PKK li Şingalê bimîne.

Parlamenterê kurd û nûnerê êzîdiyan li parlamentoya Kurdistanê, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, dema wê hatiye êdî PKK ji Şingalê derkeve çimkî êdî em qebûl nakin Şingalê cardin bibe qurbanî.

Şêx Şamo her wiha got, piştî nemana DAIŞê, Amerîka û hêzên hevpeyman pilanek bo nûavakirina Şingalê danîne lê astengiya li pêşiya vê yekê hebûna PKKê ye.

Wî parlamenterê Kurdistanê da xuyakirin ku derheqê Şingalê pilaneka wan heye ku ji sê qonaxan pêk tê û got, qonaxa yekem derxistina PKKê ji Şingalê ye, qonaxa duyem vegerandina aramiyê bo Şingalê ye û ya sêyem jî pêkanîna rêveberiyek xweser bo Şingalê ye ku girêdayî Herêma Kurdistanê be lê bûdceya wê ya taybet heye.

Şêx Şamo anî ziman ku ji PKKê re hatiye gotin ji Şingalê derkeve û got, êdî divê PKK li wir nemîne, Amerîka jî naxwaze PKK li Şingalê bimîne.

Şamo li ser metirsiya derketina şer li Şingalê jî got, PKK ji tirsa ku Tirkiye êrişî wê bike çekdarên xwe dixe nav koçberan li çiyayê Şingalê ev jî xelkê ditirsîne ku cardin berê xwe bidin Duhokê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Riwangeha Sûrî: Di 3 rojan de 150 hezar kes ji Efrînê mişext bûne

Lalish Duhok

dû şêwekarên Êzidî bi rêya honeri êş û azarên Şingalê di gehinin tevaya cihanê

Lalish Duhok

Papa û mîr tehsîn beg rewşa Êzidîyan û Mesîhîyan behs kirin

Lalish Duhok