شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Tora lalş ya ragehandinê/Duhok

Duhî roja şembûyê 13î nîsana 2019ê desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbrî û komelayetî li duhokê kombûna xo ya heyvane gêra.

Di kombûnê da berêz”şêx şamo” serokê bingehê laliş dûpatkir” di vê heyvê da û bi helkefta hatina cejna sersala êzdyan piştevanya xêzanên aware li kempan da dê ji eulewyatên çalakyên bingehî bit û dê harîkaryan pêşkêşî xêzanên dest kurt kin “tekezkr” her di çarçoveyê harîkaryan da dê piştevanya qutabyan ête kirin û eve erke li ser bingehê laliş”.

Di layekî dî yê kombûnê da grngtrîn çalakyên li heyva adarê hatîne encam dan û seredana bingehî bo mezarê nemran li devera barzan hatn behskirin.

Herwesa serokê bingehê laliş behs li grngtrîn dîdarên li vê dawyê li gel şandekî taybet yê peymangeha rusya bo rojhelata navîn kr, herwesa pîrozbahî li vekoler Dawd Murad Xetarî kir bi helkefta derkeftina ensklopîdya cînosayda êzdyan.

Her di kombûnê da berêz”şêx şamo” dyarkir”bingehê laliş li ser piştevanya texa gencan berdewame û jwan piştevanîkirn bo berhemînana klîpeka taybet liser pîrozya cejna sersala êzdyan bo komeka honermend û hozanvanên êzdyan”.

Serokê bingehê laliş got:”roja 12/5 damezrandina bingehê laliş ye û bingeh dê rabt bi saxkrna vêـ Bûyera dîrokî li astê desteya bilnd û tevahya tayan”.

Li dawyê gengeşe liser grngtrîn bizav û çalakyên desteya bilnd û tayî û nvîsîngehan hate krn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ebadî: Çend roj şûnde rizgarkirina Mûsilê dê were ragihandin

Lalish Duhok

Serok Barzanî: PDK dê guhertinên mezin pêk bîne

Lalish Duhok

Lijneya Jenosîdnasandina Tawanên DAIŞê piştgiriya biryara Parlamentoya Almanyayê dike

Lalish Duhok