Zarok û gencên Kurdên Êzdî bi sîstemeke taybet fêrî ola Êzdiyatiyê dibin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Tirbe Sipiyê, ku dikeve rojhilatê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, Mala Êzdiyan zarokên Kurdên Êzdî perwerde dike. Zarokên Kurdên Êzdî, biçûk û mezin bi rêya sîstemeke taybet fêrî ola Êzdiyatiyê dibin.
Li Tirbe Sipiyê Mala Êzdiyan zarokan perwerde dike. Mala Êzdiyan Zarokên Kurdên Êzdî, biçûk û mezin bi rêya sîstemeke taybet fêrî ola Êzdiyatiyê dike.
Piştî ku Rêveberiya Xweser ava bû, Mala Êzdiyan hat vekirin û dest bi karûbarên taybet bi Kurdên Êzdî kir. Di şerê dijî DAIŞê de hêzên Kurdî, karîn bi hezaran ji Kurdên Êzdî rizgar bikin, bi taybetî li Reqa û rojhilatê Dêre Zorê û bo Mala Êzdiyan a li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê hatin radestkirin
Mamosteya Mala Êzidiyan Lava Şiwan dibêje: “Ev pêngaveke pêşketî ye, ji ber cara yekem e ku çêdibe, hejmarek zêde ya zarokan bi kêfxweşî berê xwe dana fêrbûna Êzdiyatiyê em şok bûn. Ev yek bi serpereştiya Mala Êzdiyan hat kirin, ev mal bi belavkrina ola Êzdiyatiyê rabûye, ne tenê li Tirbe Sipiyê, lê li gundên derdorê jî wek Til Xatûn, Til Cew û Ala Reş jî zarok fêrî ola Êzdiyatiyê dibin.”
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berî kirîza wî welatî fêrbûna ola Êzdiyatiyê qedexe bû, lê piştî ku Rêveberiya Xweser ava bû, Mala Êzdiyan hat vekirin û dest bi karûbarên taybet bi Kurdên Êzdî kir.
Tebaxa 2014ê Kurdên Êzdî li Şingalê rûbirûyî êrîşa çekdarên DAIŞê bûn, bi hezaran mêr, jin, keç û zarok hatin kuştin û revandin, lê di şerê dijî DAIŞê de hêzên Kurdî, Pêşmerge û YPGê karîn bi hezaran ji Kurdên Êzidî rizgar bikin, bi taybetî li Reqa û rojhilatê Dêre Zorê, û bo Mala Êzidiyan a li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê hatin radestkirin, piştre vegeriyan malên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
