شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo:(Qesir)dîwanxana Babê Şêxê êzdIya dI qonaxa avakIrnê daye

Şêx Şamo:(Qesir)dîwanxana Babê Şêxê êzdiya di qonaxa avakirnê daye

li ser rezamendî û raspardeyên rêzdar Mesrur Barzanî serokê hikûmeta herêma kurdistanê, rêzdar parêzgarê Duhokê hatye raspardin jibo avakirna projê (Qesr)dîwanxana Babê Şêxê êzdyan

Tora Laliş/Duhok

Şêx Şamo, rawêjkarê serokê hikûmeta herêma kurdistanê bo karubarên êzdya di daxuyanyekê da bo(Tora Laliş)ragehand:”bi rezamendya cenabê kak Mesrur Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzdar parêzgarê Duhokê Dr. Ali Tatar Nerway rabuye bi avakrna projê(Qesir)dîwanxana babê Şêxê êzdyan û nho dI qonaxên avakrn û bchîٔînanê daye , ûgot ev proje bi nexşeyekî layqî meqamê babê şêxê êzdya hatye dîzaynkirn û têçoyê proje li ser erkê taybetê kak Mesrur Barzanî ye”.

Şêx Şamo dyarkIr:”ev proje jI layê cenabê serokê hkûmetê ve weku rêzgrtIn û grngîdan lI teybetmendya ola êzdyan, herwesa ev dîwanxane‌ bo xzmeta êzdyan û pêkvejyana gIşt pêkhatên deverê ye”.

Her wesa Şêxî xuyakr :”li dûv raspardên serokê hikûmeta herêma kurdistanê dest bi encamdana çendîn projeyan li perstgeha laliş hatye kirin û di qonaxên bchîٔînanê dane:”.‌

Di alyekî dîda cîbcîkarê projey ji kargêrya parêzgeha Duhokê endazyar xêrî Gdî bo(Tora Laliş) dyarkir:”mawê sê heyvaye kar liser avakirna vî projey di ête kirin û qonaxên baş derbaz krîne, proje hêşta di qonaxa bichîٔînanê daye û kar liser berdewame”‌.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Ewqaf: Em rê nadin di bin navê ol de hizrên siyasî bên cîhbicîh kirin

Lalish Duhok

Keça Êzdî piştî heft salan gihîşt malbata xwe

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî spasiya Koreya Başûr kir

Lalish Duhok