شبكة لالش الاعلامية

Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ragihand, Yekîtiya Ewropayê ji rewşa Şingalê nîgeran e.

Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ragihand, Yekîtiya Ewropayê ji rewşa Şingalê nîgeran e.

`w– Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ragihand, Yekîtiya Ewropayê ji rewşa Şingalê nîgeran e û divê demildest hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa wê deverê bixebite, herwiha ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî daxwaz kir, hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Nathalie Loiseau piştî civîna ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di konferanseke çapemeniyê de diyar kir: “Hîn jî metirsiya DAIŞê li Iraqê û deverên cihê nakokiyê (deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê) maye, loma alîkariyên me ji bo hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam dibe.”

Loiseau destnîşan kir: “Rewşa Şingalê cihê nîgeraniyê ye û xirabiya rewşa wê navçeyê, wisa kiriye ku xelkê Şingalê nikarin vegerin ser axa xwe.”

Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau tekez kir: “Divê hikûmeta Iraqê demildest ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bixebite.”

Herwiha eşkere kir: “Ez dizanim niha gotûbêj di navbera aliyan de heye li ser birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û ez hêvî dikim aliyên siyasî bigihîjin rêkeftinê, da ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.”

Nathalie Loiseau dibêje: “Derbarê rewşa giştî ya Iraqê de Yekîtiya Ewropayê Iraqeke serbixwe û bihêz dixwaze, ne Iraqek ku bibe qurbaniya destwerdanên welatên cîran û aliyên derekî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Kurda Êzidî: DAIŞê keç û jin dikirin 3 lîste û difirotin

Lalish Duhok

Mekgork: Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî çi hêzên din li Şingalê hebin

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Spasiya wan aliyan dikim ku li ser sozên xwe man

Lalish Duhok