شبكة لالش الاعلامية

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komelgeha Xankê bû nahiye

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komelgeha Xankê bû nahiye

 Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi qezaya Sêmêl a Duhokê, bû nahiye.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, di berdewama pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo nahiyekirin û navçekirina deverên Herêma Kurdistanê, da ku hêsankarî ji bo karûbarên welatiyan were kirin, îro duşemê 13ê Hezîrana 2022yan de, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi qezaya Sêmêl a li sînorê parêzgeha Duhokê, bû nahiye.

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, ji roja derçûna vê fermanê ve, rêkarên îdarî yên pêwîst ên ji bo vê mebestê, têne cîbicîkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di kampên leşkerî yên DAIŞê de 1000 zarokên kurdên êzidî hene

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Lalish Duhok

Li Şingalê rê ji PDKê re nehate dayîn bengeşeya Helbijartinan bike

Lalish Duhok