شبكة لالش الاعلامية

البيت الأيزيدي في اولدنبورك يهنئ الشيخ شامو بمناسبة ترشحه لبرلمان إقليم كوردستان

Yezidisches Forum e.V.

Mala Êzîdiyan Oldenburg

info@yeziden.d 28-6-2014

 

Pirozbahi bona brêz Şêx Şemo

Serokê Bingehê laliş yê Rewşenbîrî û Civakî

 

Em wek rêvabiriya Mala Êzdiyan û Navenda wêye Lêkolînên Êzdînasiyê ya Bajarê Oldênbuergê

ji bo bijartina we wek parlamêntarê Parlamênta Herema Kurdistanê we pîroz dikin.

 

Salên dirêjin ku hûn nav Desteya bilind ya rêvabiriya Bingehê Laliş da û van salê dawyê jî wek

rêvabirê wê bi ked û emekê we ew dezgeh, ta û nvîsgehê xweva bûye merkezeke mezin ya

rewşenbîrî, komelayetî, civakî çewa li herema Kurdistanê wisa jî seranserê cihanê.

 

Bingeha Laliş di nav salên heyîtiya xwe da bi deha pirtûk, kovar, rojneme weşandine, fêstîval,

konfêrans, sêmînar derbas kirine, arşîveke mezin têkstên ayîna ol û zargotina êzdiyan hatiye

tomarkirin, dicedînin hevgirtinekê di nava êzdiyên welêt û dervayî welêt çêkin.

 

Hevkarîk navbera Mala me û Bingehê da ji heye.

Em bawarin bijartina we wek parlamêntarê Parlamênta Welatê me karê Bingehê Laliş wê bêtir

pêşkeve, hevkariya meyê xurttir bibe û mafê Kurdên êzdî wê li ser asta bilind bê parastin.

Em wera serketin û xweşiyê dixwezin.

 

Şahap Dag                                                       Eskerê Boyîk

serokê Mala Êzdiyan /Oldênbûrg     Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية

___

القيراني يلقي قصائده على انغام البزق في خانك

Lalish Duhok

مرشحو الديمقراطي الكوردستاني .. وقوف مع الفقراء ودعم الشباب وحرية الاعلام

Lalish Duhok

الپيشمرگة تحبط هجوما لـ”داعش” بصهريج مفخخ في سنجار

Lalish Duhok