شبكة لالش الاعلامية

Fîstevalek li kempa Şêxan hat gêran

Perwerdeya Şingal bi hevkarî li gel Bingehê Laliş Fîstevalek li kempa Şêxan gêra
Tora Laliş:
Perwerda Şingal ya xûndina kurdî bi hevkarî li gel Bingehê Laliş tayê Şingal,Fîstevaleka biçûk ya hemecor bo xwendekarên Qutabxana Kempa Şêxan gêra.

Bi amadebûna “Meyser Hecî”Rêveberê Perwerda Şingal û “Xişo mîrza” Berpirsê Bingehê Laliş tayê Şingal û “Celal Xirmiş” serperştê perwerdeyî û “Yadgar Ehmed Fexrî” Rêveberê Kempa Şêxan û “Qadu Xelef” Nunerê komelgehê û semyanên qutabyan, rêwresmên Fîstevaleka biçûk ya hemecor bo xwendekarên Qutabxana Kempa Şêxan bi rêveçû, ku çendîn brgeyên hemereng bixove digrtin.

Di birgeyên Fîstevalê da cilûbergên filklkorî û pêşangehên şêwekarî û karên destî û çend çalakyên dî hatine nîşandan, paşan qutabî û mamostayên qutabxana navbrî hatine xelatkirin.

Li dawyê jî kargêrya qutabxanê û Bingehê Laliş destxoşî û supasî peşkêşî semyanên qutabyan kirin.

 

CH

            

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê Kazimî serdana Şingalê kir

Lalish Duhok

PKK bi berdewamî zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl û Şingalê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nadya Murad dike

Lalish Duhok