Gava li dîroka tiracîdya teng û tarî ya milletê kurd temaşe di kî , di nav vê dîrokê de kurdên Êzidî pitir ji hemû pêkhatên dî cor û cefa kişandîye ji destê zilmkaran , tenê ji berku girêdayî axa xwe bûn û qaîl ne di bûn bîr û bawerên xwe bi gohrn , lewma nêzîkî qirkirnê bun ,
Êzidîyatî wek bîr û bawer di dirêjiya mêjûyê de tûşî gelek hevrkî û hereşe û fermanên reş bûye, evê yekê kartêkirnek ne baş li ser êzidîyan kir û çendîn rê û resmên wan winda bûn û hatine şêlu kirin ji egerê wê tepeserya bi ser wan de hatî .
Êzidî beşek resenin ji kurdan û di nava bîr û bawerên xwe de keltur û folklore kurdî parastyne , êzidî li her parçeka Kurdistanê hene û niha jimara wan nêzî milyonekê ye .
Bingehê Laliş berhemê bizava rizgarî xwaza kurdî ye û li jêr sîya perlêman u Hukumeta Herêma Kurdistanê xebat di ke , raste kelek alozî û asteng ketin hember Bingehê Laliş , lê ji egerê ewê piştevanya mezina berêz Mesud Barzanî Serokê Kurdistanê û berêz Nêçîrvan Barzanî Serokê hikumeta herêma Kurdistanê û dam û dezgehên mîrî û sîyasî û rewşenbîrî li ser astê deverê û bi dilsozya wan , destekên rêveber , bawerî ji nav koma endamên Bingehê Laliş werdigrtin û nehiştin xebata vî Bingehî bi sekine .
îro supas ji xudê re piştî 20 salên bizavan ji her kenarekî jiyanê ve Bingehê Laliş li astê nav û diruşmê xwe di nava civaka xwe da cî girtî ye , ka çawa Bingehê Laliş dezgehê êkaneye ji bo rêkxstin û şarstanî kirina civaka xwe , û wisa prosesa dîmukratîk jî de buye dezgehekî li rêz pêşyê de li qada rewşnbîrîya kurdî de .
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî hate danan li 12/5/1993 û kar di ket .
Li jêr diruşmê ( Laliş kanyeka zelale di hurte di rûbarê rewşnbîrya kurdî de ) ,Baregayê serekî li navenda parêzgeha Dihokê ye li herêma Kurdistana Iraqê (37 tayî û nvîsîngehên xwe li nav welat û derveyî welat de hene ).
– ji armancêt giring yêbingehê laliş vejandin û pêşve birina civakê Kurdî ye taybet Kurdên êzidî jib o bilind kirina astê rewşnbîrî û civakê me yê êzidî petvya wan bi (bujandin) û ser û berkirinê heye , lewma ji armancêt serek yên Bingehê Laliş ewe jib o ava kirina civakekî ku bi xebite , bi gêrana kor û simînar û workshop û xolên rewşmbîrî û saxkirina bîreweryên civakî , belê her wisa belavkirina hizrên pêkve jiyanê û lêboryna aînî armancêt here serekî yê bingehê Lalişn .
Ji bingehê Laliş tê westin helgrê navê wê be (rewşnbîrî û civakî ) di nav xelkê xwe de, mil bi mile dezgehên dî yên Kurdistanê , û li ser astê dam û dezgehên neteweî û şarstanî kirin û demukratî kirina civaka êzidîyan û di gel civakên dî yên li Kurdistanê me hevre jiyanek baş ava kirye.
Bingehê Laliş mezintrîn rol gêra ye wek rêkxraweka medenî ya civakê sivîl li herêma kurdistanê û derve , sebaret çalakîyên berçav yên desteya bilinda bingehê laliş di gel taî û nivîsyn gehên wê hijmareka zor ya bizav û çalakîyan hene dê kurtî dene xwaya kirin :
– gêrana (13) konfiransên giştî û bi baştirîn şêweyê dîmukratîk jib o helbijartina desteya xwe ya kargêrî .
– çapkirina (30) pertokên di derheqa êzidînasî û keltorê resenê kurdî , û komêteyek bi nave ( lijna vekolîn û dîrasata êzidînasyê) li vî bewarî de kar di ke .
– derxistina çendîn govar û rojnama wek Govara laliş ( govarek werzî ya vekolîna ye) ku ta niha (39) jimare jê derketine û li ser erkê taybetê berêz Nêçîrvan Barzanî tê çap kirin , û derxistina rojnama Dengê Laliş ( rojnamek mehane ye) , dîsan derxistina (7) govatên dî yên demî yên taya û dî rojnameyên din binavê şingal laliş û dîwan laliş .
– saytekî elktronî yê bi hêz heye bi nave malpera laliş ya elktronî (lalish media network ) (شبكة لالش الاعلاميه)
– li dar xistina festival û werzêne çandî , ahing, simînar, civînên komelî , xol û workshop û pêşengehan ji bal desteya bilind û tayên wê ve û salane fîstevala laliş ya rewşenbîrî di hête gêran û dana xelatekî bi navê (xelatê laliş ) ku salane di ête bexşîn bo kesekî ku xizmetek baş jib o êzidîyan û êzidî nasyê kirbit.
Amade kirin û pêşkêş kirina bernamên mîdyaî jib o bitir nasandina êzidîyatyê û rewşa êzidîyan , mina bernamê sema li Kurdistan tv , bernamê resen li zaxo tv, bernamê mergeh li radîoa dihok , bernamyên taybet li radîoa şingal tên pexş kirin .
– pertok xaneka zengîn heye û pitir ji (7000) heft hezar pertoka têde hene di gel muzexaneka berketî ji kel û pelên kefn ji keltorê bav û kalan.
– hebuna erşîfekî zengîn bi deng û reng yê rê û resmên êzidîyatyê û dab û merytên civakî û çalakîyên bingehê laliş .
– bingehê laliş berdewam berevanî ji nasnameya xowe ya neteweî di ked a êzidîyatyê di hindurê kurdayetyê de geş bibe û bête parastin.
Sax kirina bîreweryên olî û neteweyî bi ahing û seyrana , mina ser sala êzidîyan , cejna newrozê , helkeftên dî yên neteweî û olî û civakî û bîrewerîa damezrandina bingehê laliş .
– bingehê laliş bo bitir xortkirna peywendîyan di gel dam û dezgehên rewşenbîrî û civakî beşdarî di piranya helkeft , fisteval , bîrhatin, siminaran de dike .
– dirust kirin û xurt kirina peywendyan di gel mal û dezgehên kurdî û bi taybet yên êzidîyan li dervey herêma Kurdistanê , û ji amanca vê yekê çend pirotokol hatine imza kirin di gel wan, wekî mala êzidîyan li Almanya Oldnborg, mala êzidîyan li corcistanê , meclisa êzidîyan li Kurdistana rojava desteka derxistina rojnama rê ya taze li ermenistanê .
– bingehê laliş têkeleyên baş di gel rêkxrawên civakê medenî û (UN) û şandên qesta Kurdistanê dikin heye. Herwisa xortbuna peywendyên şeraketê di gel rêkxirawa (IRD) û bingehê laliş heye .
– Pitir ji (40) çil holên civakî li seranserî deverên êzidîyan hikumeta herêma kurdistanê ava kirîne û li jêr çavdêrya bingehê laliş hatine sexbîr kirin û kel û pel kirn û mifayek mezin bo helkeftan gehandîne civakê me .
– bingehê laliş bi erkê xwe zanye doseyeka taybet veke bo asankaryê ji wan xwendekarên deverên wan di kevne ber yasaya maddê 140 ji desturê Iraqê ra bike, yên ji ber gefên terorê zanko û ensityutên musil û xwarya Iraqê bi cih hêlayîn û qesta zanko û ensityutên Kurdistanê kirîn
Desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî
Dihok
11/5/2014
Veguhastin : Çinar Şemo lalish media network
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî