Êzidîtî û Zerdeştî: wekhevbûn û cudah
Dr. Yura Dasinî
Ji destpêka sedsaliya 21-ve li cîhanê dîrok û ola civaka êzîdî bêtir balkêş dibe û hewl tê dayîn bo ev dîrok û ol bi şêweyekî nûjen bê têgihiştin. Mijara vê lêkolînê êzîdîtî û zerdeştîye, ku di zanistiya îro, li gorî nivîskarên cihêreng, bi ramanek cûda heye. Ji gelek salan dîskusion tên kirin ku êzîdî zerdeştîne, yên din jî amaje dikin ku êzîdî civakek serbixweya û bi tu awayî têkiliyên van olan nînin. Lê bi rastî, dîroka êzîdî û zerdeştî wiqas bihevgirêdayîye, ko yek bêyî ya din nayê têgihiştin. Jibo baştir ola zerdeştî bê têgihiştin, pêwîste xwendinek kûr û nişmî ji sirûdên pîroz yên ola êzîdîre bê kirin. Ev sirûd bûne bingeha pirtûka pîroz a zerdeştiyê – Avesta û bi pirranî li ser prênsîpên ola êzîdî hatiye nivîsandin. Di şirovekirna ne tenê zerdeştiyê, lê belê hemû olên kevnar yên indo-îranî, wek Mîtraîzm, Zervanîzm, Manichaeism, Mazdakism,Vedism û yên din, bi hêsanî tê pêşbînkirin ku ev ol bi kokên xwe pir nêzîkî ola êzîdîne, her weha mîtolojî, sêmbol û adet, navên hin Xwedana û lehengên afsane yên wan yekin. Çawa xirîstiyanî û islam ji himbêza cihûtiyê derketine, ev hemû olên îranî jî bi şêweyekî pir nêzîk bi ola êzîdîve girêdayîne, û bandora wê li ser wan bingehî bû.
Li gor ola êzîdî, ji roja ko Xweda civaka êzîdî afirandiye ol dirust bûye û bê navberk heta roja me ya îro heye. Di nîvîsarên pîroz yên ola êzîdî tê gotin ku destpêkê Xweda heft milyaket afirandiye û Melekê Tawûs kirye serokê milyaketa; paşê bi alîkariya milyaketan Cîhan-Zemîn, Ezman, Roj û Heyv afirandiye; paşê Adam û Hewa afirandiye û ji bedenê Adam Bin Sefer afirandiye. 72 milet ji Adam û Hewa çêbûne, lê civaka êzîdî ji Bin Sefer çêbûye; Xweda Melekê Tawûs kir parêzgarê civaka êzîdî û di rêya wî re sirûdên pîroz ji êzîdiyare şandiye. Di pêşgotina pirtûka pîroz ya êzîdiyan “Jêlwa“, tê gotin: `Xweda Tawûsê Melek şand vê dinyayê jibo ew civaka xwe ya bijarte veqetîne û rastiya zanînê bighînê û wê ji tirs û şaştiyê azad bike. Ev yek destpêkê bi devkî hatibû gotin û paşê di pirtûka bi navê `Jêlwa` de hatiye nivîsandin û nabe ko mirov êd ne êzîdî vê pirtûkê bixwîne`. Di pirtûkek din a êzîdiyan – “Meshefa Reş“ de, ku di sedsala 12 hatiye nivîsandin, tê gotin: ` Berî jidayikbûna Îsa, li cîhanê olek me tenê hebû, ku yên din jêre dibêjin pûtperestî. Cihû, xiristiyan û misilmanan, her weha îranya jî, zirar li ola me kirne`.
Li gorî mîtolojiya êzîdî, ola êzîdîtî herdem heye û ne tenê kaniya bingehîn ya zerdeştiyêye, lê ya hemû olên dine jî. Wek yezîdî dibêjin, Zerdeşt êzîdî bû û ola zerdeştî şaxek ji ola êzîdîye. Bi taybetî di pirtûka şêx Hasanê Dasinî de, ku di sala 1246-an hatiye nivîsandin, tê gotin: “Zerdeşt li welatê Dasina, roja çarşembê meha nîsanê, li gundê Drînê başûrê çiyayê Maklûbî ji dayikbûye. Zerdeşt li Kaniya Spi hatiya morkirin. Destpêkê ew mijûlî ola êzîdî bû, lê paşê, bi destê oldarekî bêxof bi navê Arcas kiras guherî û li ser naveroka kitêba pîroz a yezîdî `Cêlwa` olek nû, ango zerdeştî damezran û ev ol belav b û li welatê Iranê û Hindestanê. [Şerîf Şêxanî, Mijdeha roj. Laliş, Hejmar 17, Adar 2002, r.37]
Zerdeşt dijî pergala girtî ya ola êzîdî bû û pêşniyar kir, ko ev pergal bê guhertin û deriyê vê olê ne tenê ji kesên ku bi koka xwe êzîdîne, lê bo hemû kesên daxwazere vekirî be. Li gorî nêrîna Zerdeşt, ev yek pêwîst bû bo jimara oldaran pir bibe û bi vî awayî civak bihêztir bibe. Rohanî a bilind yên yezîdî, ko digotin yezîdî miletekî bijarteye û tenê kesên ko bi koka xwe yezîdîne dikarin bibin êzîdî, ev hizra Zerdeşt red kirin û ew wek dijminê olê nîşandan û ji çivakê derxistin. Zerdeşt piştî ko di nav gelê xwe de biserneket berê xwe da gelên din û wek pêximber hat pêşwazîkirin, piştre navê wê di nav gelê wî jî belav bû.
Li gorî fêrbûna ola êzîdî, 1001 navên Xwedê hene, yek ji wan [Ez da, Ezdayê min], û navê ola êzîdî tê ji [Ezda-Ezdayî], lê di Avesta de, Ezda navê [Mazda] wergirtiye. Di hin çavkaniyande, Zerdeşt bi gelemperî bi xeletî bi Mazdaismîzmê tê hev kirin. Di rastiyêde, ew yek ole, navê Zerdeştîtiyê ji hêla Yewnanî hatî dayîn, navê kevneşopî Zerdeştî di zimanê Avestan [Mazdaism] de, di zimanê Iranî yê kevnar de Pahlavi [Mazdasn] e, û bawermendên vê olê di Avesta tête gotin [Mazdayasna], ku tê wateya perestina Xwedê. Zerdeşt bi xwe navê `Badînî` li ola nû kir û wetaya vê gotinê jî `Baweriya Başe`.
Rastiya ku Ezdaism-Mazdaism pêşiya Zerdeştîtiyê bû, bawermendên Zerdeştî jî ve danpêdan dikin: `Ji ber ku berî zerdeştiyê û piştî wê jî navê “Mazdayasna” li peyrewên vê olê dikirin, loma jî mirov kari bêje, ko Zerdeşt rêformxwazê ola mazdayasnêye û ne damezranerê wêye. Zerdeşt têgehên berê bikaranîn, an jî dibe ku peyrewên wî hêmanên olên berê derbasî zerdeştiyê kirbin, jiber ko fêrkirnên Zerdeştî gelek caran dihatin guhertin, çimkî destpêkê jêre pir zehmet bû, ko fêrbûnên xwe bighîne gel. Sebebên din jî hene ko dihêlin bê texmînkirin, ko Zerdeşt rêformxwaz bû. Têgeha wî ya dawî -`Mazdayasna`, ji têgînên berê, ku bi navê Mazdayasn tête gotin, pir cûda bû. Ji bo van gotinan ravekirin heye: `Mazdayasna` ne wek navê olêya, lê wek ` îbadeta Xwedê` tê wergorandin. Doktrîn a îbadeta berî Zerdeşt, ji ya ku Zerdeşt pêş anî, pir cudane. Tê gotin, ku `Mazda“ – di Avêstê de navê `Xwedê` bixwe ye û ne bedîlê wîye. Navê Mazda an jî Xweda, di nav sedênsalande dikare bê guhertin û di her zimanekî bi rengekî bê gotin.
Ahûra Mazda, ku pêxember Zerdeşt wek tenha Xweda ragihand, ne hizra wî bû, çimkî ew berî fêrbûnên Zerdeşt hebû. Ahûra Mazda ne yek peyve: Ahûr -hebûne (made-`matêrial`), Mazda – Xweda (giyan-`rûh`). Loma jî peyrewên zerdeştiyê navê mazdayasnê, lê ne `ahûrayasnê` li xwe dikin. Di Avêstê Ahûra- Mazda – afirînerê destpêkê, sazkarê her tiştî, Xwedayê qenciyê, rêxistinkar û desthilatdarê dinyayêye û cihê herî bilind yê ibadeta zerdeştiyane, lê wetaya mazdayasna an jî mazdayasni -`ebdê Xwedê` ye. [http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/overview/simplified.htm]
Lêkolînerê navdar yê ola zerdeştî Meri Boys dinivîse: ` Mazdaîzm – navê çend olên kevn yên Îranîye, ku berî zerdeştiyê hebûn. Berûvajî ola zerdeştî, Ahûra Mazda di mazdaismê de Mithra re wekheve. [Boyce M. Zoroastrians. St. Petersburg: Petersburg Oriental Studies, 2003, p. 30]. Li gorî nêrîna Zener, berî zerdeştiyê jî Ahûra bi konsepta rastiyê an jî nimûna derbarê `rêziknama kozmosê`, her weha av, ronahî û rojêve girêdayî bû. [Zaehner R.C. The dawn and twilight of Zoroastriaism. New York, 1961, Р. 74-75].
Li gorî zanyarên navdar li cîhanê yên wek: N.Y. Marr, I.M. Dyakonov, Sûbxaş Kak, T. Barrow, R. Izadî, Tawfiq Wehbî û yên din, yezîdî yek ji kevntirîn gelên cîhanêye. Lêkolînerê olên Kurdistanê Raşad Mîran dibîne, ku ola kevnar zerdeştî ko li cîhanê bêtir nasyare, di sedsalên 7-6 b. z., piştî rêforma zerdeşt ji mazdaismê li Impêratoriya Mîdyayê peyda bûye. Lê ola nûjen yekcar ji aliyê gel ve ne hat qebûlkirin û Zerdeşt wek dijminê olê hat nîşandan. [Rashad Miran, Ethnic and Confessional Situation in Modern Kurdistan, Moscow – St. Petersburg, 2004, p. 16].
Dîrokzan Tosinê Raşîd wisa dinivîse: `Ola êzîdî jî berê wek mazdaismê nasyar bû, avêsta-mazdayasna, bi kurdiya kurmancî `Baweriya Başe`. Zerdeşt ola xwe wek altêrnatîv ji mazdayasnê re pêşkêşkir. Wî Xweda dabeşî Xwedayên qencî û xirabiyê kir – `Ahûr` û `Daeva`. Daeva bû Xwedayê xirabiyê û Ahûr êd Qencyê. Heyranên Xwedayê `Daevayasna` jibo peyrewên ola zerdeştî a nûjen bûn heyranên Xwedayê xirabiyê, piştre ev yek dibe sebeb, ko çirokên vala li ser yezîdiyan bên belavkirin. Zerdeştiya xwe wek peyrewên `Mazdayasna` diyarkirin, lê peyrewên ola berê xwe wek `Daevayasna` nîşandan. [Tosne Rashid, Comparison of the Yezidi religion with the Indian Vedic religion / In Search of the Forgotten Past, M. 2018, p. 88].
Di `Avan Yaşt` ya Avêstê (5.94) hatiye nivîsandin ko wetaya `Daevayasna` – `daeva perestî` ye. Di beşê 19 yê Vendidadê, `Daevayasna` dijberî`Mazdayasna` hatiye kirin. Ji wê demê ve di Avêstê de `daeva-dev` wek gotinek pîs hat zanîn, peyrewên `Ahûra Mazda gotina `Daeva-Dev` jibo hemû hêzên nebaş bikaranîn. Tev ko felsefa Zerdeşt yekdestiya dualîst bû jî, lê piştî mirina pêximber bi deh salan, ola zerdeştî bû olek pûtperest.
Lêkolînek berfireh ji kanî û kevneşopiya devkî ya van herdû olan re, rê dide bê gotin, ko ola êzîdî û zerdeştî ne tenê nêzîkî hevin, lê belê di bawerî û dab û nêrînên xwe yên olîde û hetanî di terminologiya xwe jî de gelkî wekhevin, û loma jî mirov dikare bêje ku koka wan yeke. Di bingeha van herdû olande -baweriya bi Xwedê; rûmeta milyaketan; pergala kasta civakê; rewşa mîratî ya kahînan; morkirina bi ava pîroz û paqijkirina bi agir; rêûresmên cenazeya û rêûresmên bîranîna mirî; şîn li gorî asta têkiliyê – ji çend mehan heta yek sal tê kirin; dualîzm (cîhan li gorî ramanên wan, qada têkoşîna du hêzan – başî û xirabiyê); îbadeta rojê û agir; rûmeta çar elemêntan: zemîn, av, agir û avê; miqatbûna sirûştê – qedexeye ko zemîn, agir û av bên gemarkirin; rengê sipî, ne xasim di cil û bergande, yê herî hezkiriye; veguhestina giyan; hebûna buhişt û dojehê û hwd.
Du`a yên zerdeştiyê gelkî wek yên peyrewên ola êzîdîne. Ew jî dema du`a dikin berê xwe didin rojê, destên xwe vedikin û hildidin jor. Jimara du`a yên rojane yên zerdeştiyan jî wek yên ezîdiyan – pêncin, lê du`a yên sibeh û êvaran yên herî giring û ferzin (dema roj derdikeve û diçe ava). Her weha, wek yezîdiyan, gotnên pîroz divê bi devkî bên guhestin. Di zerdeştiyêde hînbûn tenê bi şêwekî devkî dihat kirin, çimkî zerdeştiyan çi nivîsandina heba wek çewtkirna rastiya gotinên pêximber dinirxandin. Tev wilo jî, di sedsaliya 3 b. z., ola zerdeştî di Avêstê hat nivîsandin.
Her weha, cejnên sereke yên herdû olan jî wek hevin – di orta buharê û orta havînêde, wek nimûne: `cejna berhevkirna genim, cejna vegera sewalên malê ji mêrgên havînî; di orta zivistanê de, cejna bîranîna miryan, Sersal di meha Nîsanê. Ew bi qendîl, hêkên rengîn û gulan pêşwaziya Sersalê dikin. Agir di ola yezîdî sêmbola paqijyêye, hêk sêmbolê jiyanê û gul jî sêmbolê xweşî, ronahî û cur bi curiya jiyanê. Cejna sereke ya zerdeştiyê, wek ya yezîdiyan, di 20 çilya pêşîn de ye (dema roj destpêdike dirêj dibe) -`Cejna jibo Xwedê – Aida Êzîde, di zerdeştiyêde Cejna jibo Xwedayê Rojê – Mitra` ye. Hemû cejn çi li ba yezîdiyan û çi jî li ba zerdeştiyan bê agir, derbas nabe. Agir di perestgehde tê pêxistin. Cejnên wisa heta niha li ba êzîdiyan mane. Ev hemû tişt di ola êzdîde heya roja îro hatine parastin.
Her weha herdû ol di têrminolojiyê jî wekhevin: navê olê -`daêna` (din); rohanî – pîr; cejin, id û hwd. Jimara milyaketan jî di herdû olîde wekhevin, tenê serokê milyaketan li ba yezîdiyan Melek Taûsa, di zerdeştiyêde Amêşa Spênta. Hetanî sêmbolê sereke ya zerdeştiyê -`Faravahar`, gelkî sêmbola yezîdyan `Tawûsê Xwedayî` tîne bîra mirov. Têde bask û dirûv, û şikilê mirov bi diskê tevê hatiye zêdekirin.
Tev gele wekhevbûn di herdû olîda, cudahî jî di nav wande hene. Wek nimûne, nepena morkirna mirov, cenaze, ko têde mirî nayê binaxkirin, lê li ser kevirekî taybet tê hiştin û hwd. Her kes dikare bibe zerdeştî, û dibe ko mirov bizor jî tevlî vê olê bikin. Di ola yezîdîde karên missyonî (tebşîrî) bi hemû rengên xwe yekcar qedexeye, û nabe mirov bizorê tevlî olekê bê kirin. Di ola Yezîdîde pêximber tune, li gorî fêrdariya vê olê, di navbera mirov û Xwedê nabe kes êd navber hebe. Cudahiya sereke di navbera ola yezîdî û zerdeştiyê de – pûtperestiya durengî û vebûna olêye. Zerdeştî li ser hizra durengî ya du Xwedayên ko timê dijberî hevin (Xwedayê qenciyê – Ahûra Mazda û yê xirabiyê – Arîman) hatiye avakirin. Di navbera herdû Xwedayan têkoşîna herdemî heye û dawiya dawî Xwedayê qenciyê vê biserkeve. Ji peyrew jî tê xwestin, ku beşdariyek çalak di vê tekoşînê de bike û alîgirê ronahiyê be. Di heman demê, Ariman ku kesayetiya xerabiyêya, wek giyanekî ebedî û wisa jî bi hêz mîna Xwedayê ronahiyê Ahûra Mazda hatiye temsîlkirin. Zerdeştî bawer dike ku li ve têkoşîneda serketine destpêka baş bibe.
Di ola êzîdîde Xwedayên qencî û xirabiyê tunene – yak Xweda heye, ew Xwedayê erd û ezmêne û her tişt di destê wî deye, tu kes nikare lihimber raweste û bêyî vîna wî tiştek pêknayê. Xwedê tenê qenciyê tîne, lê xirabî ji mirov bixwe tê, kîjan dixwaze guneh an sûcê xwe li kesekî din bike, ango xirabi haya encama gunehbariya mirove.
Wek em dibînin, di zerdeştiyêde rêûrûresmên olî, terminolojî û sêmbol dihatin guhertin, lê naverok ma wek berê. Li ser vê bingehê, mirov dikare bêje ku êzîdîtî di têkiliya Zerdeştîda çavkaniya bingehîne. Di vê babetêde em tenê li ser xalên sereke yên herdû olan rawestiyan, da ku têkilyên di navbera herdû olan bidin xuyakirin. Bêguman, bo berhevkirnek bêtir ji wanre, pêdivî bi lêkolînek taybet heye, ku wek em zanîn, heta niha li cîhanê ne hatiye pêkanîn.
Ola êzîdî girtiye û tucarî ne xwestiyê, û bi qanûnên xwe ji, nekari bû statuya oleke cîhanî bigire. Dabeşkirina ji hêla Alexanderê Makidonî di 331 b.z. Mezopotamyê, guherînên radîkal yên hêzên siyasî li herêmêkir, ku gelek bandor li jiyan û hişmendiya olî ya mirovan kir. Tevlihevbûna çand û baweriyên cûda hişt ku gelek pevçûn derkevin û qeyrenek giyanî (rûhî) dirust bibe. Ola êzîdî ku girtiye, nikarîbû di rewşek wisade li ser hesabê gelên din bihêz bibe.Tenha çareserî ji rewşek wisare ew bû, ku li ser asta dewletê olek hebe kijan karibe gelên din jî bixîne bin desthilata xwe. Di rewşe wisade ola zerdeştî çareseriya herî baş bû. Di sedsalên 5-4 b.z., ola zerdeştî di dewleta Axêmênyan hat pêşvexistin, jiber ku rêberên dewletê pir dixwestin sînorê dewleta xwe berfireh bikin. Ev pingav hişt ku ola zerdeştî di nav gelên welêt hin bi hin belavbe.Tersî êzîdiyan, zerdeştiyan dixwestin ku gelek mirov tevlî ola wanbin. Ola Zerdeşt, yê ku desthilatê diparêze û karê misyonî dike, li gor kêfa padîşahên Sasanîya bû. Ev padîşah destpêkê bixwe bûne zerdeştî û piştre daxwazkirin, ku kesên din jî derbasî vê olêbin.Tev ku destpêkê ew êzîdî bûn. Dîrokzanê ereb Ş. Fattah dinivîse: ` gotina padîşahê Sasanî Şapûr II (310-379) – “ez bi koka xwe ezdîme“, li ser zinarekî hatiye nexşandin, destnîşan dike ew ji êzîdiyane. (Fattah 1969:16)
Di empêratoriya Sasanîde (sedsalên 1-2 a.z.), zerdeştî bû ola dewletê û bîr û baweriyên wê di pirtûka Avêsta hatin nivîsandin. Ji dîroka Sasaniya tê xuyakirin, ko deshilatdarên wê ibadeta ronahiyê û agir ya Zerdeşt bi hizra impêratoriyê dewletêve girêdidan. Cara yekemîn di dîrokêde, Sasaniyan ol wek amûrek geopolîtîkî bikar anîn, ku cîhanê dagir bikin. Di empêratoriya Sasaniyan, hejmara şehadeta Zerdeşt ewqas mezin bû, ku zerdeştparêzî dibe ku bibe oleke cîhanê, lê ev nebû. Di sedsala 7-an Islam êrîşî Mezopotamyayê kir. Piştî kuştina Şahinşah Êzdigerd III di 652-an de, emparatoriya Sasaniyan hilweşand û ji hêla kalîfatiya Ereban ve têkildar bû.
Dagirkirna empêratoriya Sasanî ji hêla ereban, bû sedem ku bandora dînê zerdeştî li ser axa bi navê Irana Mezin pir lawaz bibe û paşê jî bê bîrkirin. Ne tenê zerdeştî, lê mitraizm, mazdakîzm û olên îranî yên kevnar, ku di dema xwe bo serweriyê şer bi êzîdiyare dikirin, di paşeroja dîrokêde man. Berûvajî, gelek olên kevnar, ku hilweşyan û bûn beşeke dîrokê, ola êzîdî di bin siya Melekê Tawûs, bi serhildan û daketin, karbidest û têkçûnan, ne tenê di cîhanê ma, û ne hat guhertinjî û têkoşîna xwe bo parastina olê berdewam dike – ola, ya ku ji hêla Xwedê ve hatya dayîn. Ji demên borî, sêmbolê sereke ya êzîdîtiyê roj bû, yezîdî bibawerin ku her tişt tên û diçin, lê roj wek ronahî dida, herdem wê ronahiyê bide.
Dîrêktor êd Enstîtû ya Dîroka Êzîdyan li Moskow
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî