Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ III
Kemal Tolan : Xilmet qebûl Pîrê min!
Weke em dizanin Pîr Mend yek ji babçak û xasên Êzdîtîyê ye. Ji xwe tû ji min çêtir
dizanî Pîrê min, eke ku ez di nêrîn û pirsa xwe de şaş bim, lêborîna xwe ji te
dixwazim. Gava min pirs ji rahmeîyê Feqîr Hecî Şemo dikirin*2, ew î di gote
min,”Kemal di pirsên te de xiwaya ye ku, te ol ji xerîban naskirîye” Min jî got, bi
Xwedê tû rast dibêjî Feqîrê min, ez bi xerîban re diger im. Ez ji bavkalan û tenê ji
xerîban fêrbûm.
6
Vêca ku ez şaşîtîyan bikim Pîrê min, tû jî li min bibuhur e bira!
Belê Pîrê hêja, min nikaribû bersiva vê pirsa ku ez niha ji te bikim, di pirtûka
xwe*3 de tam zelal bikim. Lê belkî bikaribim, niha bixêra zanîna Pîrê xwe, baş
zalal bikim. Pîrê min, gelo tû dizanî berî ku bi karê xêrê Ş.A. bêye Lalişê, pîr Mend
li kîjan herêma Êzdîyan dima û ew ji kurê derketîye hatîye dîwana bi karê xêrê Şêx
Adî?
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê- Gorî ku seyda yê me gotî, Pîr Mend li Kandahrê bû û ji wirê hatîye
dîwana Şêx Adî bi karê xêrê. Lê wextê Şêx Adî bi karê xêrê meaş wezahparve kirî, ew neyî hazir bû. Piştî hatî go, “meaş ne daye min e “.
Niho jî li çûna jor, bo mala Şêx Adî, dû dergeh hene.
Yek jê qapî-derîyê Miraza, derîyê Şêx Adî ye, bes derîyek di pêşîya wî heye,
dibêjinê derîyê Mîra Amadîn. Mîr Amadînê Şemsa dergevanê Şêx Adî bû,
qaîd bû li ber derîyê reîsî. Vêca Mîr Amadîn, gote Pîr Mend;“tû kîyî, ji kur va
hatî û tû yê bi kur ve biçîye?“
Pîr Mend gotê, ez Pîr Mend im. Ez ê hatim, we meaş parve kirîye û ne daye
min e?
Mîr Amadîn gote, başe ! Ez ê biçim bêjime Şêx Adî di karê xêrê. Li vê der ê
be!
Çû, Şêx Adî gotê; de ka destê xwe veke. Xwîzîya xwe dane ser destî û got ê,
here bidê û bêjê, eva meaşê te…
Kemal Tolan: Min ev buyera jî ji camêrên weke we mamoste û zane bihîstiye.
Lewma ez ê axaftina te di vir de, bi şîranîya şekir qutbikim û lêborîna xwe ji te
dixwazim Pîrê min!
Min bi taybetî dixwast û weke ku min got, di dema min lêkolînên xwe yên ji bo
pirtûka xwe*3 berhevdikirin de, pê derxist ku, di herêma me ya Serhedê de, ya li
derdora Qersê, Muşê, Melezgirê, Kela Xoşab ê û whd.de; cîh, herêm, Êl, eşîr , bavik
û hwd.bi navê Mend hatine binavkirin.
Mînak 1:
Di Serhedê de, deşteke bi navê Mehendê, eşîreke Mendikî(bi texmîna min,
dibe ev jî ji navê Mend hatî be), cîhekî bi navê Mende sor û hwd. hene.
Êdî bi hizra min, ev navên weha nê, ne bê sebeb di wê herêmê de hatine bikaranîn
û parastin. Jixwe niha gelek Êzdîyên di nav Sovyeta berê de dimînin jî dêjin,
„pêşîyên me li deşta Mehendê diman û em ji êla Mendikî ne…“.
Her wisa, li gorî ez ji vê serpêhatî û dilkovanîya ku, xilmetkar û rêzdar Şêx Mîrza li
ser Lawijê Pîrê dibêje(*4) fahmdikim, wexta Evdelê Omera xwarzîyê xwe Lawijê
7
Pîrê bi xwe ra dibe sefera zozana, ew hingê li vê derûdora Sîpanê Xelatê, mîrê
„Menda“ bû ye.
Mînak 2:
Pîrê min, te jî niha di nav axaftinên xwe de peyva „Qendehar û Qendehara
pîroz“ bikaranî.
Wekî min bihîstîye û dîrokzane dibêjin, „Kandahara rast û pîrozherêmeke
Muradiye/ Wan ê ye. Kandahara rast ya pîroziyeke dîroka me, pîroziyeke çanda me,
pîroziyeke baweriya bav û kalên me. Pîroziyeke dîroza me ye.
Dema mirov li dîroka bajarê Muradiye bi navê kevn Bergirî dinêre, rûpelên wê
dîrokê vedike, di hemû çavkaniyan de dinivîse ku Bajarê Muradiya ji DU HERÊMAN
herêman pêk tê. Yek; Bakurê bajêr hetanî digîhîje çiyayê Tendûrekê re Bergirî tê
gotin. Ji Başûr, başûrêrojhilat re jî ku niha beşeke wê bi Çaldiranê ve girêdane,
hetanî Kêrga (mirişk /Ozalp) re jî KANDHAR dihat gotin. Li vir gelek pîroziyên Dîroka
me hene…..“*5
Vêca em dizanin û dîrok jî dide xwanê ku , „Qendehar, Tawisa zozan, Kela Xoşabê“
û her wekî min got, ev herêm, cîh û nîşan tev yên me Êzdîyên Xaltî û berî dema ku
bi karê xêrê Şêx Adî bêye Lilalişa Nûranî bûne. Lê mixabin û weke min got, min
nikarîbû van mijaran bi tamamî berhevbikim.
Lewma jî dixwazim ji Pîrê xwe jî bipirsim.
Gelo dibe ku Pîr Mend, ji vê herêma Serheda me hatibe dîwana bi karê xêrê Şêx
Adî ?
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê- Sihet xwoş birayê Kemal ! Bi heqîqet gelek nav û nîsanên baş jî wa
hene. Mirov nikare hemûyan bikete yek. Hinde caran jî, meriv hemûyan
serwext nabit. Bi rastî, her weke te keremkirî û eva te gotî, li mintqeyeke
dîjî wa heyî, dibêjinê, nehîya Sêwelê-qeza çarbajêrî li rex Silêmanîyê ve. Ew
jî hindek binemalên lê heyî, dibêjinê Şêlazê – ev jî ya Îranê ye bawerdikim.
Li wêder jî heyî dibêin, ev mirovna ji mala Pîr Mendî ne. Yanî mirovêt wî na.
Eva me got, li rojhilatê Kurdistana em têde dijîn.
Li rex me û li ba Lalişe, eva te gotî, me bi heqîqet me malûmat li ser nîne û
ew rexa we ye. Û ber aqile ku Qendehar li nik we bit, ew dirûsta.
Ji bo wextê dibêjin , Qendehar, gelek ji xelqê me yê vêderê hesib dikin ku,
Qendehara me ew e, ya bi Pakistan va. Bes divê, îhtimal e, ew e ya li nik we.
8
Li hêra jî, nîşanê mezergehê Pîr Mend wa heye û dibêjinê gundê Cerahîyê.
Ev dikeve rojavayê Lalişê, ne gelek dûre, îhtimale 5 km bin. Di vî gundê
Cerehîyê de, nav, nîşan, mezar, koçik, dîwan û quba Pîr Mend hene. Heta
nihojî her sal, di meha pêncan de tiwafa wî tête çêkirin û simata wî tête
gerhan.
Kemal Tolan : Belê Pîrê min , ev mijara jî xemeke min bû. Ez tême destên te û cidê te
Pîrê min !
Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê
Êzdîtîyê- Ti asx bî, Xwedê ji te razî be. Mendikî zahfin, li cem me jî gunekî
Mendika heye . Li Şengalê jî Mendikî hene û bila berdewama wê bimîne
careke dinê.
Kemal Tolan : Xilmet qebûl be Pîrê min! 08.07.2021
Gelek ji vê di vir de û bi deng jî hatiye belakirin :
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3023541374528190
*Çavkanî:
1-Kemal Tolan- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatîyê 1
https://www.facebook.com/stories/281932433482523/?source=story_tray
2-Kemal Tolan- Hevpeyvîna bi ilimdar Feqîr Hecî Șemo ra- 25.03.2000
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/1813544652194541
3-Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî
https://www.facebook.com/photo/?fbid=3022047731344221&set=pob.100006170
713219
4- Xilmetkar û rêzdar Şêx Mîrza – Lawijê Pîrê
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3068215846727409
5- Fêrgîn Melîk Aykoç : Kandahara rast û pîrozherêmeke Muradiye Wan – Amîda
Kurd
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî