November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa II

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa II 

Demê dibêjin Êzdiyan zarokên xwe ne dihinartine medresan, li wê jî diheqbûn. Bawer bike, belku ne bes Êzdî , her miletekî ku ev zilim bi serî wî ve bihata, ew jî mecbûr bû zarokên xwe ji medresê dûr bikin.

Me îro belgename hene, di pirtûka nivîserê hêja Dawid Murad Xetarî , ya bi navê “Êzîdîyên di belgenameyên  Osmaniyan de” û di belgenamye jimara 29, tarîxa 08.02.1891 dîyardike ku, şêxên ola îslamiyê meşayîqên  ola Osmanliya da, çendîn mamosta û raber fêrkirin ku Êzdiyên li devera Musil bînine ser binyata ola îslamî. Ji aliyê siltanê Osmaniyan ve çendîn berpirs ji bo pê rabûna vekolînan hatine berbirsyarkirin. Piştî hingê, dewleta Osmanlî di 22.09.1892 de di gundê Êzdiyan de dest bi avakirina mizgeft û kitapxanên ayînî kirin. Şêx, îmam û mamostên wan, Êzdî mecbûrkirin li gor perwerdekirina îslamî bêne perwerdekirin. Lewma hingê gotin, da ku zarok bikaribin quranê jî bixwînin, pêdivîye zarok bi herdû zimanan erebî û kurdî jî bizanibin. Weha Êzdiyan hêdî ji ser rêya Êzdîtiyê vegerînine ser rêya îslamê.

Piştî Êzdî çûne medresê û berê xwe danê, heçî zarokên Êzdîyan ku heyvekê anjî fetreyekê çûne medresê xwandina wan hemû ayîn û şeriheta îslamî bû. Lewma Êzdiyan go, xwandin ji me ra guneye û ne lazime.

 Wexta em li ser demê Şêxê Hesen, Şêx Fexrê Adiya û  Şêşims binêrin, em dibînin ku, qelem û kitêp yên me ne. Ne yên kesekî dî bune. Her însanê bêye ser vê dinyaya Xwedê, î azad e ji bo birêvebirina jiyana xwe bi xêrbe , ilim bigihitê, aqil , perwerde, terbiye û Xwedê nasîn  hebe . Em dibêjin qelem û kitêb ya melik Şêxisin e . Defter ya melik Fexredîn e. Nûr û mohr ya Şêşims e. Nûr navê Xwedê tialaye. Ev qelem û kitêb yên me Êzdiyatîyên bûn. Ji berê ve Êzdiyan qelem û kitêb hebuye.

Bes li ser wî demê Osmanliya li Êzdîyatîyê tengkir û lê şidandin ku, rih û rîşalên ola Êzdiytîyê dûrî wan bikin. Program bo wan danabûn ku, îslametiyê hêdî hêdî nîşanî Êzdiyan bikin. Lewma Êzdiyan zarokên xwe dûrî medresan kirin û go, em medresê naxwînin.

Heta Osmanlî çûn, dibistan vebûn û Êzdî nû bi tenahî çûne medresan. Şikir îro bêtiriya wan maşala doktor, endaziyar, xwandevan û mamosta ne.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias, tû dizanî çima pêşîyên me Êzdiyan evqas di jiyana xwe de giringiyeke pir taybetî dahne ser ne gotina vê xeber/peyva(Şe…………..)xirabe neqenc?

Pîr Xelat Elias – Em Êzdî niha jî li gel wê baweriyê ne û hay jê hene ku, ew peyva xirab û neqec neyê gotin. Jiber ku di Êzdiyatiyê de peyva xirab û neqec kifrbûn e. Kesanê kifrîkir, di baweriya me Êzdiyan degeleke zahmete û lewma em hêjî dibêjin , kî kifirî , ew kafire û xwe ji kifirîyê dûrdikin.

Belê divê em bizanin, kifirî çî ye?

-Ew peyva xirab û neqenc şirîkbûna bo Xwedayê mezin e. Em Êzdî her dem dibêjin, “Xwedê yeke bêşirîke û bê heval e” Di baweriya me de şirîk çêna be bo Xwedê tiala hebin. Ew wê peyva xirab û neqec dibêjine nûra Xwedê, Tawisî Melek. Wextê ew vê peyva xirab û neqec dibêjin, dikine dû Xwedawend. Xwedawendê xêrê û şer.

Di Êzdiyatiyê de yek Xwedê heye û bi kêr nayê dû hebin. Em dibêjin, xêr û şer ji dergê Xwedê tên.” Eke ew wê peyva xirab û neqec bikarbînin, ew mişterekin şirîka bo Xwedê çêdikin. Em qebûl nakin, em di Êzdiyatiyê de li ser Xwedê di qehirin. Kesanê rih û can hebe, Xwedê nas be, li ser yekaniya Xwedê birê ve biçe, dê li ser bikaranîna wê peyva xirab û neqec biqehire. Ew qebûl nake ku şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Lewma em dibêjin, “Xwedê yeke bêşirîke û bê heval e” û nabe ew peyva xirab û neqec bêye gotin.

Kemal Tolan- rêzdar Pir Xelat Elias , tû bawerdikî ku mebest(mexsed)a bikaranîna vê gotina xebera xirabe-neqenc(Şe………..) ji bo baweriya Êzdiyan heqarete,piçûk dîtine ?

 

Pir Xelat Elias – Bi rastî heqaretî, zilimdarî, dijwarî û mezintir e. Nehiz û neviyanên Êzdiyatiyê ye. Çinkû di hêra da bersiva wê, demê yek ew ê peyva xebera xirabe li himberî Êzdiyekî bîne ziman, ew Êzdî yan wê peyvê qebûlbike yan qebûlneke, yek ji herduyan bêje. Heke qebûl bike, raman jê ew Êzdî jî bive şirîkê wê guneha wan, ew peyva xirab ku wan gotî, şirîk bo Xwedê çêkiriye. Heke yê Êzdî wê peyvê qebûl neke , mahna wê ew Êzdî li ser yekaniya Xwedê birêve diçe, Êzdiyekî başe, riheke sadiqe, muxlisa, bihuştî, ahlê Xwedê ye û ji xeyrî Xwedê kesekî qebûl nake. Lewma Êzdî wê peyvê qebûl nakin û bi heqîqet bo Êzdiyan dibe heqaret.

Bele heke ev peyva ne di beraberî Êzdî bêye gotin, heqê Êzdiyan li ser nîne , ew bo xwe bêje, heqê kesekî jê nîne.

Kemal Tolan- rêzdar Pir Xelat Elias li goriya dîtina te, Kurdên ne Êzdî dikarin kîjan gotin/xeber/peyvê di ciyê vê gotina xebera xirab-neqenc(Şe………..)de bikarbînin?

Pir Xelat Elias – Ez dibêjim ne xêr birayê Kemal , çûnkî ev peyv nayê gotin û nabe bedîlê wê jî hebe. Nabe ew jî hebe. Wextê ew tinebe , bedîlê wê jî nîna. Ev peyv ji nebûnê hatiye û guhnebariyeke mezine. Wextê ew ji nebûnê hatibe, bedîlê nebûnê jî nîne. Zilme, kifirî û buxtana. Vêca wextê buxtan be, çênabe bedîlê buxtanê jî hebe û cizaê wê gelekî mezine.

Di sebeqeyeke qewlê  ji edebê dînê Êzdiyan kertem dike û dibêje;

“Madek heye ne ye bixêr e

Kesanê dîn guharand ji xelkê re

Hepsa wî ye ber û jêr e”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi