November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Tirkiyê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye

Li Tirkiyê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Tirkiye xwe ji Peymana Stenbolê vekişand tundî û kuştina jinan li vî welatî ji hemû carên din bihêztir kete rojevê û jin her roj berdewamin di çalakiyên nerazîbûnê de.

Tundûtîjiya li ser jinan ya li nava Tirkiye li cîhanê jî deng vedide. Her roj dîmenên nû ên ku mêr êrîşî jinan dikin yan jî dikujin li ser torên civakî têne belavkirin.

Amarên xwecihî û ên saziyên navdewletî didin xuyakirin ku kuştin û tundiya li hemberî jinan li nava Tirkiye bûye rêbazeke gelekî nêzik û asan.

Li gor raporên Platforma Rawestandina Kuştina jinan di meha di sala 2020an de 300 jin, di adara 2021an de jî 28 jin hatine kuştin.

Aktîvîst parêzer Tûba Torûn dibêje “Niha li tevahiya cîhanê bingehê civakan mêrane ye. Li Tirikiye jî ew bingeh girantir e ji ber sedemên olî û hişmendiya siyasî. Sîstema siyasî naxwaze ku jin bi dû maf û azadiya xwe bikeve. Sîstema siyasî dahata xwe di metakirina jinê de dibîne. Li Tirikye êdî sedemek nîn e ku bawerî bi dadweriyê bê. Dozên jinan bê encam dimînin, jin têne sûcdarkirin û tawanbar bi cezayên sivik rizgar dibin. Bi sedan jin ji ber ku di wê baweriyê de ne ku ewê tu encamê bidest nexin, naçin dadgehan jî.”

Beşeke civakê û nêrîneke civaknasan zêdebûna kuştina jinan bi hişmendiya desthilata heyî ve girê didin.

Raporeke ku CHP amade kiriye jî vê yekê piştrast dike. Li gor raporeke ku vê partiyê amade kiriye di sala 2002an de 66 jin hatibûn kuştin ku desthilata heyî wê salê hatibû ser post. Lê di sala 2018an de 391 jin, di 2019an de 474 jin û di 2020an de jî 300 jin hatine kuştin. Tenê di navbera 2008 û 2020an de hejmara jinên ku hatine kuştin bûye 3 hezar û 621.

Herwiha li gor rapora Forûma Aboriya Cîhanê jî Tirikye di warê wekheviya zayendî de di nava 153 welatan de di rêza 130î de ye. Di warê qelîteya jiyana jinan de jî Tirikye di nava 167 welatan de di rêza 114an de ye.

Seroka KADERê Nûray Karaoglu got “Yek ji qadên ku wekheviya jin û mêran lê nîn e qada siyasetê ye. Dema li siyasetê rewş wihabe di nava civakê de jî ew mînak kariger dibe û belav dibe. Mekanîzmayên biryargirtinê di jêr kontrola mêran de ne û warê hejmara biryardaran de jî newekheviyek heye. Ew jî dibe sedema bêedaleteyikê li her qadên jiyanê.”

Li gor raporê navdewletî tundûtîjiya li hemberî jinan li tevahiya cîhanê zêde bûye. Weke yekem sedema vê jî desthilatên tund û rijd têne nîşandan.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiya Cîhanê di maweyê pandemiyê de li cîhanê tundûtîjiya li ser jinan gihîştiye asteke metirsîdar. Li gor arpora vê saziyê di sala 2020an de li cîhanê 640 milyon jin rastî şîdetê hatine. Bi gotineke din her ku mercên jiyanê giran dibin, mêr jî cîhanê li jinan teng dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi